Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin 2024-08-08 09:24:13   AMED - Li Zozanên Hasandînê li dijî kana madenê ya dixwazin çêbikin, banga tevlibûna mitînga 10’ê tebaxê hate kirin.    Bertekên li dijî projeya kana madenê ya ku dê bi sedan mezra û 6 taxên navçeya Pasûra Amedê bandor bike, bertek zêde dibin. Gundî di 24’ê tîrmehê de li dijî sondaj û girtina nimûneyê, derbarê şîrketa madenê de pêvajiya hiqûqî da destpêkirin. Herwiha dê li dijî madenê di 10’ê tîrmehê de li zozanan mitîng were lidarxistin. Amadehiyên gundiyan ya mitîngê didomin.    Endamên Komeleya Pasûriyan a Stenbolê (KULP-DER) ji bo amadehiyên mitîngê hatin Amedê û xebatên xwe didomînin. Pasûrî bi komîsyona ava kirine, serdana rêxistinên sivîl ên civakî dikin û bangawaziya mitîngê dikin.    Serokê Komelaya Pasûriyan Îflahattîn Aslanhan û Sekreterê Komîsyana Bajar û Hawîrdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan ji bo mitîngê bangawaziya tevlibûna kirin.    BANGA MITÎNGA 10’Ê TEBAXÊ   Îflahattîn Aslanhan   Serokê KULP-DER’a Stenbolê Îflahattîn Aslanhan anî ziman ku ew ji ber li Zozanên Hasandînê madenê naxwazin ketine liv û tevgerê û wiha axivî: “Em li Stenbolê bin jî dilê me bi Pasûrê re ye. Ji bo vê yekê jî divê partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û komele piştgiriyê bidin me. Em ji ber vê yekê hatin û em madanê naxwazin. Di serî de Pasûrî her kesê ku li ser darê dinyayê li dijî zirardîna xwezayê ye em dixwazin di mitînga 10’ê tebaxê de bi me re be.    JI GUNDIYAN BANGA STO’YAN   Ahmet Înan   Sekreterê Bajar û Hawîrdorê ya Baroya Amedê diyar kir ku qada projeyê, qada avî ya 6 taxan e. Înan da zanîn ku hewldanên şêniyên taxê, yên di vê mijarê de gelek watedar in û ev tişt gotin: “Divê saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên pîşeyî gel agahdar bikin lê belê agahdarkirin ji aliyê gel ve pêk hat. Hezaran mirov ji bo xweza û ava xwe biparêzin, li zozanan kom bûn. Dîsa dê gel ji bo xweza û jîngeha xwe biparêze kom bibe. Gundî yek bi yek serdana hemû rêxistinên li Amedê dikin. Em hemû rêxistinên hawîrdorê û parastvanên mafên mirovan vedixwînin mitîngê. Em li bendê ne ku her kes di 10’ê tebaxê de li Hasandînê be.”