Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin 2024-08-08 12:25:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Carles Puigemont ê ku piştî hewldana serxwebûna Herêma Katalonya neçar ma welat bitereikîne, piştî 7 salan vegeriya Barselonayê. Ji bo girtina Puigdemont operasyon hat destpêkirin.  Carles Puigdemont, serokê wê demê yê rêveberiya Katalonyayê, ku di sala 2017’an de pêşengiya înîsiyatîfa serxwebûnê ya yekalî li Herêma Katalonya ya Spanyayê dikir, neçar mabû ku welat biterikîne. Piştî ku serokwezîr Pedro Sanchez efûyek ji bo siyasetmedarên Katalan derxist, vegeriya Barcelonayê. Lê belê hat diyarkirin ku ji bo girtina Puigdemont ê ku piştî 7 salan vegeriya Barcelonayê operasyon hatiye destpêkirin.   Puigdemont li bajarê ku lê vegeriyayê, tevî ku biryara girtinê ya li dijî wî hîn jî derbasdar bû, ji hêla bi hezaran alîgirên xwe ve bi coş hate pêşwazîkirin. Puigdemont ku li ber Bîrdariya Serkeftinê ya li nêzî parlementoya Katalonyayê hat hatiye danîn, bi zimanê Katalanî xîtabî bi hezaran alîgirên xwe kir û got: "Ez îro hatim ku nîşan bidim ku em hîn li vir in."   Li gorî Reutersê ku nûçeya xwe spartiye şahidên bûyerê, di destpêkê de tu destwerdanek li dijî Puigdemont ji aliyê polîsan ve nehatiye kirin.   TELEVÎZYONA DEWLETÊ: OPERASYON HAT DESTPÊKIRIN    Lê belê televîzyona dewletê TV3 ragihand ku li ser biryara girtinê ya li dijî Puigdemont, ji aliyê polîsên Katalan ve operasyonek ji bo girtina wî hatiye destpêkirin.