Rapora Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê: Tedawiyan nîvco dihêlin 2024-08-08 15:16:41     ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş têkildarî Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê raporek amade kir. Guneş, diyar kir ku tedawiya diranan a girtiyan tê astengkirin û serî li ÎHÎK û Wezareta Dadê da.    Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş di 29’ê tîrmehê de çû serdana girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê. Guneş, çû serdana gelek girtiyan û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê raporek amade kir û parve kir.    DI BIN NAVÊ LÊGERÎNÊ DE BI SER QAWÎŞAN DE DIGIRIN    Di raporê de hat gotin ku mercên hîjyenê yên li girtîgehê derketine asta ku êdî xetereyê li ser tenduristiya girtiyan çêdike, gardiyan bi awayekî sîstematîk di bin navê lêgerînê de bi ser qawîşan de digirin. Hat diyarkirin ku di dema serdegirtinan de deriyan didin ber pêhnan, zirarê didin alav û amûrên girtiyan, bi darê zorê solên girtiyan didin derxistin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Di nîverojê de girtiyan derdixînin cihê hewadariyê. Her wiha nahêlin girtî sarinc û ava sar bi kar bînin.”    KURD Û KURDISTAN QEDEXE YE!   Di berdewama raporê de hat gotin ku girtîgeh dest dane ser name û pirtûkên girtiyan û ev pirtûk heta demekî dirêj nayên dayin. Rapor wiha didome: “Pirtûkên bi kurdî û yên peyva Kurdistanê tê de derbas dibin bêyî ku hincetek were nîşandan tên desteserkirin. Heta pirtûkên yek ji helbestvanên navdar ên kurd Cegerxwîn jî tên desteserkirin. Li gel ku kontanjan heye jî bi keyfî nahêlin girtî biçin atolyeyan. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên girtiyan û daxwazên wan, me xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin lê ev daxwaz hate redkirin. Sergardiyanê bi navê Taner Şahîn û gardiyanên din, li dijî girtiyan dikevin nava tevgerên biçûkxistinê. Her wiha girtiyên cezayê xwe temam kirine jî ji ber Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ve nayên berdan. Tehliyeya girtî Abdullah Ruzgar, girtiyê nexweş Mehmet Şîrîn Tekmenûray û Mehmet Okur tên astengkirin.”    DI QONAXA DAWÎ DE BI DARÊ ZORÊ SEWQ KIRIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku daxwaza tedawîkirina diranan a hinek girtiyan tên vehêlandin. Hat diyarkirin ku li Kocaeliyê 5 nexweşxane hene lê tenê girtiyek dikare daxwaza randevuyê bike û rapor wiha berdewam kir: “Girtiyên dibin nexweşxaneyê jî muayeneya destkelemçekirî lê tê ferzkirin. Girtiyên li dijî muayeneya destkelemçekirî bi rêya daxwazname û giliyan mafên xwe dipirsin jî di randevuyên de rastî muameleyeke hêj xerabtir tên. Girtiyên tedawiya diran dibin, di qonaxa dawî ya tedawiyê de bi darê zorê sewqî girtîgehên cuda tên kirin.”    TEDAWIYA WAN TÊ ASTENGKIRIN   Bi domdarî ev agahî hatin parvekirin: “Yek ji girtiyên tedawiya wî ya diranan nîvco hatiye hiştin jî Neytûllah Bayram e ku ji sala 2010’an heta niha nexweşê ulserê ye û birêkûpêk dermanan bi kar tîne. Bayram, ji bo tedawiya diranan li Amedê amûrên implantê peyda kir. Lê bi hinceta ku peymana nexweşxaneyên li Kocaeliyê bi fîrmaya li Amedê re nîne, nehat qebûlkirin. Bi vê sedemê jî tedawiya wî ya diran nayê kirin. Zêdetirî 2 sal in di devê Bayram de diran tune ne û ji ber ulserê divê birêkûpêk bê tedawîkirin. Lê tevî vê jî ev du sal in kontrolên wî nehatine kirin. Divê Bayram li gorî lîsteya diyetê tevbigere lê jê re xwarinên guncav/taybet nayên temînkirin Mahmut Aba, Ferhat Demîrtaş û Zekî Bayhan jî tevî pirsgirêka diran jî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.”    SERÎ LI WEZARETA DADÊ DA   Guneş, têkildarî binpêkirinên behsa xeberê, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) û Wezareta Dadê da. Guneş, di her du serlêdanan de jî xwest ku çavkaniya pirsgirêkan were eşkerekirin û bên çareserkirin.