Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran 2024-08-09 08:38:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajaran hişyariya barîna barana zêde kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya rewşa hewayî ya 9’ê tebaxê eşkere kir. Li gorî raporê; dê li Qers, Erdexan, Stenbol Kocaelî, Afyon, Denîzlî, Edene, Antalya, Isparta, Enqere, Çankiri, Bolu, Kastamonu, Karabuk, Artvîn û Trabzonê barîneke zêde bibare.    Di raporê de hat gotin ku li seranserî Tirkiye û bakurê Kurdistanê di pileya germahiyê de guherîneke girîng çênebe û germahî bi ser germahiyên asayî yên demsalê re bin.