Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e 2024-08-09 09:01:10 AMED - Endamê Lijneya Dîwanê ya KCDK-E’yê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku hêzên navneteweyî jî şirîkên tecrîda li Îmraliyê ne û wiha got: “Çareseriya şerên li Rojhilata Navîn, di paradîgmaya Abdullah Ocalan de veşartî ye.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 41 meh in tu agahî jê nayên girtin. Li dijî tecrîdê, di 10’ê cotmeha 2023’yan de di asta navneteweyî de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatibû destpêkirin. Gelê kurd û dostên wan bi pêşengtiya Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) li 74 navendan bi awayekî hemwext çalakî li dar xistin. Tecrîda li Îmraliyê dê di 21’ê îlonê de di Mîhrîcana Çandê ya Kurd ku dê li bajarê Frankfurt a Almanyayê bê lidarxistin de jî were protestokirin. Her wiha di 10’ê cotmehê de dê li gelek navendên cîhanê çalakiyên girseyî bên lidarxistin û heman daxwaz bên kirin. Endamên Lijneya Dîwanê ya KCDK-E’yê Mûsa Farisogûllari têkildarî tecrîdê û kampanyayê axivî.    Endamê Lijneya Dîwanê ya KCDK-E’yê Mûsa Farisogûllari   ‘EM BERXWEDANÊ BI GIŞTÎ DIGIRIN DEST’    Farisogûllari, diyar kir ku tecrîd, berhema polîtîkayên navneteweyî ye û wiha got: “Gelê kurd û dostên wan li dijî vê rewşê li gelek deverên Ewropa û cîhanê li ber xwe didin. Polîtîkaya tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê di bin kontrola Tirkiyeyê de pêş ketin. Tenê rola gardiyantiyê dan dewleta mêtinger a tirk. Bi destê 52 dewlet û nokerên wan ên herêmî ev komplo hate kirin. Em vê tecrîdê bi giştî dinirxînin û wisa tevdigerin.”    Bi domdarî Farisogûlari got ku berxwedana gelê kurd û dostên wan a li dijî tecrîdê didome û wiha pê de çû: “Li gelek deverên cîhanê çalakiyên xurt hatin lidarxistin û gel berteka xwe nîşan da. Herî dawî jî li ser banga KCDK-E'yê di 5-6-7’ê tebaxê de bi tevlibûna gelek kesan çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin.”   ‘TU HÊZ DÊ NEKARIN PÊŞÎ LI VÊ FIKRÊ BIGIRIN’    Di berdewamê de Farisogûllari bal kişand ser çalakiyên ku dê di demên pêş de li Ewropayê bên lidarxistin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê li seranserî cîhanê li dijî tecrîdê çalakiyan li dar bixin. Ji ber ku pêşeroj û azadiya gelê kurd yekser girêdayî birêz Ocalan e. Heta ku tecrîd bidome dê şerê li Rojhilata Navîn jî bidome. Hêzên navneteweyî jî li dijî tecrîdê û tunekirina kurdan bêdeng dimînin. Çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, di paradîgmaya birêz Ocalan de veşarî ye. Dewletên modernîteya kapîtalîst hewl didin pêşiya vê paradîgmayê bigirin lewma polîtîkaya tecrîdê didomînin. Lê em dibînin ku tu hêz dê nekarin pêşî li vê fikrê bigirin. Ji ber ku em dibînin ku li seranserî cîhanê eleqeya ji bo fikrên birêz Ocalan zêde dibin.”    MA / Delal Akyuz