Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin 2024-08-09 09:34:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî hikûmeta Şamê li Dêrazorê zarok jî di nav de 13 kes qetil kirin.    Komên girêdayî hikûmeta Şamê şevê din êrişî Dêrazorê kirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dan zanîn ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê îro saet derdora 02.30’an bi topên obusan êrişî gundên El-Dehla û Cedîde Begara yên li rojhilatê Dêrazorê kirin Li gorî agahiyên destpêkê; di êrişa li ser gundê Cedîdeyê de zarok jî di nav de 9 welatî, li gundê El-Dehlayê jî 4 welatî hatin qetilkirin. Her wiha gelek kes jî birîndar bûn.   Navên welatiyên li gundê El-Dehlayê jiyana xwe ji dest dane wiha ne: “Mariya Yasîn El-Zeer (12), Istebreq Yasîn El-Zeer (5), Nadîn Selîc El-Ibêd (22) û bavê wan Yasir Yasîn El-Zeer (37).”   Navên hinek welatiyên birîndar bûne jî wiha ne: “Îlaf Yasir El-Zeer (sal û nîv) bi giranî birîndar bûye birine nexweşxaneya Hesekê. Rexed Mihemed El-Zeer (17) û keça apê wê Şam Beşar El-Zeer (4 meh) jî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneya Cidêdid Begarayê.”