Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin 2024-08-09 10:10:24   STENBOL - Hevdîrektorê MLSA’yê parêzer Veysel Ok qedexekirina Instagramê veguhezand darazê û got heke deng neyê derxistin dibe ku platformên din jî yên medya dîjîtal bên girtin.    Rêveberiya Teknolojiyên Agahî û Ragihandinê (BTK) di 2'ê tebaxê de ketina platforma medyaya dîjîtal Instagramê asteng kir. Sedema qedexeya platforma ku tê texmînkirin li Tirkiyeyê ji 57 milyonî zêdetir bikarhênerên wê hene, wekî "pêkneanîna qedexeya sûcên katalogê" hat nîşandan.    Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) di 5'ê tebaxê de biryara qedexekirina Instagramê serî li dadgehê da. MLSA di serlêdana xwe ya ji bo 18’emîn a Dadgeha Îdarî ya Enqereyê de destnîşan kir ku astengî "binpêkirina azadiya îfade, çapemenî, gihandina agahî û ragihandinê" ye.    ‘SEDEMA HIQÛQÎ NAYÊ ZANÎN’   Hevdîrektorê MLSA'yê parêzer Veysel Ok têkildarî serlêdanê axivî û diyar kir ku hefteyek ketina Instagramê hatiye astengkirin û sedema astengkirinê hê jî ji aliyê hiqûqî ve nehatiye hînbûn.   DESTHILATDARÎ JI METAYÊ ÇI DIXWAZE?   Ok destnîşan kir ku bi salan e li Tirkiyeyê mekanîzmaya sansurê heye û astengkirina Instagramê jî perçeyekî vê yekê ye û destnîşan kir ku berê jî YouTube, Twitter, Wîkîpediya û sepanên şirketên navneteweyî hatin astengkirin. Ok got ku pirsgirêka Filistînê ji bo astengkirina ketina Instagramê "behaneyek" e û desthilatdariyê xetên xwe yên sor danî ser şîrketa Metayê.    ‘DIVÊ MUXALEFET LI BER VÊ YEKÊ RABE’    Ok destnîşan kir ku divê li dijî qedexeya ketina Instagramê dengekî bilind bê derxistin û got ku partiyên muxalefetê di vê mijarê de bertekeke xurt nîşan nedane. Ok anî ziman ku heke têra xwe deng dernekeve dê platformên din ên medyaya dîjîtal jî di bin metirsiya girtinê de bin û got: “Divê CHP û DEM Partî dozê vekin. Divê ev yek tenê li ser milên rêxistinên sivîl û çend rojnamegeran neyê hiştin. Em alîgirê wê ne ku mUxalefet zêdetir deng bide. Ji ber ku mûxalefet jî bi rêya medyaya civakî digîhîje xelk û dengdêrê xwe. Rewşeke ku wan eleqedar dike jî heye. Heke dengek bihêz neyê derxistin, ez bawer im ku hikûmet siberojê aciz bibe dê platformên din jî yên medyaya civakî bigire.”     MA / Omer Îbrahîmoglû