Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê 2024-08-09 11:19:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku leşkerên Tirkiyeyê duh bi şev li gundê Xişxaşa girêdayî Herêma Berwarî, agir berdane zeviyê û piştre jî goristana gund şewitandine.   Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê duh bi şev leşkerên Tirkiyeyê agir berdane zeviya gundê Xişxaşa girêdayî Herêma Berwariyê û piştre jî goristana gund şewitandine.   Bi piştgiriya PDK’ê êriş, dagirkerî û talana Tirkiyeyê ya li ser Başûrê Kurdistanê bênavber didome. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, duh bi şev leşkerên Tirkiyeyê li gundê Xişxaşa girêdayî Herêma Berwariyê agir berdan zeviyê. Li gorî agahiyên ji şêniyên herêmê hatine girtin, leşkeran goristana heman gund jî dane ber agir.