Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir 2024-08-09 15:09:34 NAVENDA NÛÇEYAN -  Balafirên şer ên Tirkiyeyê, gundên Guherzê û Kanî Belavê yên navçeya Amêdiyeyê bombebaran kirin. Balafirên şer ên Tirkiyeyê, gundên Guherzê û Kanî Belavê yên navçeya Amêdiyê ya bajarê Dihokê ya Herama Federe ya Kurdistanê bombebaran kirin. Ji ber bombebarana hatiye kirin, zirar gihişt gelek bax û bostanan.