Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye 2024-08-09 15:34:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa hêzên rejîma ya li dijî Dêrazorê şermezar kir û got ku ev êriş encama hevkariya rejîmê ya bi dewleta tirk re ye.  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên komên girêdayî Hikûmeta Şamê yên li ser Dêrazorê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîma Sûriyeyê tiştên li herêmên din ên Sûriyeyê diqewimin, binpêkirinên berçav û dubare ên li hemberî serweriya xaka wê ku heta Şamê jî diçin paşguh dike û dest bi derxistina tevliheviya li herêmên aram kiriye.   Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hikûmeta Şamê bi lihevkirina bi dewleta tirk û hêzên din re, bi rêya destekdayîna komên çete yên girêdayî wê dixwaze kaosê derxîne û xebatên aramiyê têk bibe. Rêveberiya Xweser, bi bîr xist ku salek beriya niha jî bi armanca têkbirina îradeya gelê Dêrazorê û sembolên wê yên civakî û eşîreyên resen êriş pêk hatibûn lê ev êriş hatibûn têkbirin. Daxuyanî wiha dom kir: “Cîhanê ji mêj de fêm kiriye ku hêzên rêjîmê û çeteyên wê komkujî li dijî sivîlan pêk anîne. Îro jî di saetên sibehê de li herêma El-Dehla ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî û piraniya wan zarok zêdetirî 11 şehîd çêbûn û zêdetirî 5 kesan jî birîndar bûn.”   BANG LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ KIR   Bi domdarî Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên kesên hatine qetilkirin xwestin û şifaya xêrê ji birîndaran re xwest. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em careke din diyar dikin ku îradeya gelê me yê li Dêrezorê ji planên dorpêçkirina îradeya wan û têkbirina nirxên wan xurtir e. Li hemberî van siyasetên naskirî ku bi temamî bi xwestekên dewleta tirk ên tunekirina gelê me pêk tên, em bi îradeya gelên xwe yên ji hemû pêkhateyan re ne. Em bang li civaka navneteweyî û komîteyên lêpirsînê dikin ku li dijî van êrişan berpirsyariya xwe bicîh bînin.”