Êzidî ji kampên PDK’ê direvin 2024-08-09 15:58:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku ji ber gefa êrişan ya li ser kampên koçberên êzidî yên li Dihokê, bi hezaran êzidî konên xwe berdane û berê xwe didin Şengalê. Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo parastina civaka Êzidî, bang li hêzên ewlekariyê yên Iraqê kir daku mudaxileyî rewşê bikin.   Li gorî nûçeya Rojnewsê; piştî daxuyaniya berpirsê PDK’ê yê li Şengalê Qasim Şeşo ku bê rêzî li pêxemberê îslamê kiriye, tê gotin hinek melayên li Behdînanê gef li êzidiyên di nav kampên Dihokê de xwarine.   Li gorî agahiyan her ku diçe rewşa li wan herêman aloz dibe, ji ber van gef û gefên êrişkirina ser kampan, koçberên êzidî yên li kampên Çemmişîko ya li Zaxo û kampên din yên Şengalê, kampên xwe berdidin û ber bi Şengalê direvin.   Li ser vê yekê, Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi daxuyaniyekê bangek lezgîn li hêzên ewlekariyê yên Iraqê kir. Rêveberiya Xweser ji Iraqê xwest destwerdana li rewşê bike, ji ber ku rewşa civaka êzidî ya di kampan de xeter e. Rêveberiyê bang li hemû koçberên di nav wargehan de kir ku berê xwe bidin Şengalê.