Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye 2024-08-09 16:38:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên jin ên ku li Girtîgeha Evîn a Tehranê cezayên darvekirinê şermezar kirin bi êrişê re rû bi rû man. Hat ragihandin ku di êrişê de tevî girtiya siyasî ya kurd Werîşe Mûradî, xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî birîndar bûye. Malbata Nergîs Muhammedî ya xwediyê Xelata Nobelê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gelek girtiyên siyasî yên jin ku Nergîs Muhammedî jî di nav de ye, ji bo darvekirina Gulam Reza Resaî şermezar bikin li hev kombûne û got: “Di serî de ji bo jinên ku di refên pêşî yên çalakiya şermezarkirinê de cih digirin fermana li wan xistinê hatiye dayîn. Girtiyên jin bi êrişek dijwar re rû bi rû mane. Li ser vê yekê polîsên Îranê ên êrişkar bi kulmê li sînga Nergîs Muhammedî xistine û ji ber nekariye bêhnê bistîne li baxçeya girtîgehê ji ser hişê xwe ve çûye.”   Hat diyar kirin ku Nergîs Muhammedî li revîra girtîgehê hatiye dermankirin û sewqî nexweşxanê nehatiye kirin. Malbatê ji rewşa tenduristiya Nergîs Muhammedî bi fikar e.   Li gorî agahiyên ji girtiyên siyasî yên li girtîgehê hatin wergirtin; polîsên Îranê êrişî Werîşa Muradî jî kirin û îşkence lê kirine.