'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin' 2024-08-09 16:53:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Di hefteya 16’emîn a çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de xizmên grtiyan bal kişandin ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û wiha gotin: “Divê bi Abdullah Ocalan re pêwendî bên danîn.”  Çalakiya xizmên girtiyan a “Tecrîdê bi dawî bike” ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de hatiye destpêkirin, di hefteya 16’an de berdewam kir. xizmên girtiyan ên li Wan û Edeneyê hatin gel hev, peyama “Meseleya kurd meseleya sereke ya Tirkiyeyê ye. Aktorê sereke yê meseleya kurd jî birêz Abdullah Ocalan e.”    WAN   Xizmên girtiyan û TUHAY-DER’ê di çarçoveya çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de li pêşiy avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Deng bide zindanan” hate hilgirtin. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Harun Okay, Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tev li bûn. Ji rêveberên DBP’a Rêya Armûşê Hasan Şahîn daxuyanî xwend.    'EM BANG LI RAYEDARAN DIKIN LI GORÎ QANÛNAN TEVBIGERIN’    Şahîn, da zanîn ku mafên jiyan û tenduristiyê yên girtiyan di bin xetereyê de ne û wiha got: “Bi hezaran girtiyên nexweş, ên astengdar, zarok û kal di girtîgehan de ne û divê bên berdan. Îktîdarek heye ku li benda mirina wan e. Bi mehan bersiva daxwaza wan a revîr û muayeneyê nayên dayin. Wezaretên dadê û tenduristiyê sûc dikin. Ji mirina girtiyên nexweşiya wan giran, îktîdar berpirsyar e. Girtinên neheq û domdirêj, hem malbatên girtiyan mexdûr dike hem jî derfetên tedawiyê bisînor dike. Her sal zêdetirî 100 girtî û hikûmxwar jiyana xwe ji dest didin. Her yek ji wan cînayeteke siyasî ye. Em bang li îktîdarê dikin ku nebe şirîkê van cînayetan û li gorî qanûn û hiqûqê tevbigere.”    'DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN’   Di berdewamê de Şahîn anî ziman ku tecrîda girankirî ya li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê derhiqûqî ye û wiha pê de çû: “Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de rewşeke agahînegirtina mutleq tê domandin. Ji 25’ê adara 2021’ê ku hevdîtina dawî bi birêz Abdullah Ocalan re hatibû kirin heta niha, ji bo hevdîtinê parêzeran 397 caran û malbatan jî 177 serlêdan kirin lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Îmraliyê ev serlêdan bêbersiv hiştin an jî bêyî hincetek were nîşandan bi îdiaya ‘cezayê disiplînê’ hatin redkirin.”    Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê û bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.    EDENE   Çalakiya xizmên girtiyan a Edeneyê ku bi dirûşma “Tecrîdê bi dawî bike” tê lidarxistin, hefteya 16’emîn li pey xwe hişt. Girseya ku li pêşiya avahiya AKP’a Edeneyê hate gel hev, xwest tecrîda li Îmraliyê tavilê were rakirin. Rêveberên HDK, Dayikên Aştiyê, DBP, DEM Partî, AATUHAY-DER, AYKAY-DER’ê tev li çalakiyê bûn. Girse ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin.    'GIRTÎGEH EYNIKA WELAT IN’   Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr ve hate xwendin. Aydemîr, got ku girtîgeh, eynika welatan e û da zanîn ku zêdetirî 350 hezar kes girtî ne û bertek nîşanî girtin û binçavkirinên di demên dawî de ji ber govendên kurdî tên girtin da.    Aydemîr, got ku li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edalet tune ye û ev tişt anî ziman: “Li girtîgehan her cureyên zext û muameleyên xerab tên kirin. Di salên dawî de girtiyên li tîpên F, S û Y’yê dimînin, tên tecrîdkirin. Girtiyan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û saetekê dibin hewadariyê. Em dibêjin êdî bes e. Lanet li vê bêedaletiya we, bêhiqûqtiya we be. Heta ku hûn wiha bikin dê berxwedana me jî bidome.”   'TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKE’   Aydemîr, axaftina xwe wiha qedand: “Meseleya kurd, meseleya herî sereke ya Tirkiyeyê ye. Yek ji aktorê herî mezin ê çareseriya vê meseleyê jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan, li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Birêz Ocalan dibêje; werin em meseleya kurd bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bikin. Ev pirsgirêk dikare bi muxatabên wê re were çareserkirin. Bi rêbazên aştiyane û demokratîk dikare were çareserkirin. Dev ji vê polîtîkaya xwe ya neçareseriyê berdin. Dawî li van binpêkirinên li girtîgehan û sepanên dij-demokratîk bîni.”    Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê û çepikan bi dawî bû.