Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-08-09 16:55:12 RIHA - Rojnamevan Huseyîn Denîz di salvegera 32’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.  Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskar Huseyîn Denîz ê li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di encama êrişa çekdarî ya li naverasta kolanê de hat qetilkirin, di 32'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Serêkaniyê hat bibîranîn.   Di bîranînê de hevjîna Denîz, Adîle Denîz, xwişka wî Newroz Denîz, rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), rojnamevan Hakki Boltan, Hevşaredarê Serêkaniyê Ugur Kahraman, rêveberên DEM Partiyê beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Beşdaran kulîlk danîn ser gora Denîz.    'EM Ê TÊKOŞÎNA WAN MEZIN BIKIN’    Rojnamevan Hakki Boltan di bîranînê de axivî û wiha got: "32 sal di ser qetilkirina Huseyîn re derbas bûn. Divê em têkoşîna heval Huseyîn mezin bikin. 32 sal berê hat qetilkirin, diyar bû kujer kî ne. Kiryar nehat zanîn, lê em qatilan nas nakin, li şûna ku qatil bê cezakirin lê hat xelatkirin. Nîşan dide ku destê dewletê di vê qetilkirinê de heye. Hevalên me ji aliyê pergalê ve hatin kuştin. Divê li dijî vê helwestek me hebe. Divê helwesta me bibe helwesta Huseyîn Denîz, Apê Mûsa, Hafîz Akdemîr û hemû şehîdên çapemeniyê. Apê Mûsa gotibû, ‘ez ji bo Huseyîn Denîz jî binivîsinim’. Divê em jî ji bo hemû şehîdên xwe binivisînin. Divê em ji xwe bipirsin ka me ji bo hevalên xwe çi kiriye, divê em layiqî wan bin. Em carek din soz didin hevalê xwe ku em ê têkoşîna wan mezin bikin.”    Birayê Denîz, Hasan Denîz ê li sirgûnê dijî ji bi telefonê beşdarî bîranînê bû û behsa têkoşîna Denîz kir.    Xwişka Denîz, Newroz Denîz jî da zanîn ku ew bi bîranîna Huseyîn her sal serbilind dibin û spasiya beşdaran kir.    Bîranîn bi belavkirina kilor ango çoregên ku Huseyîn Denîz jê hez dikir bi dawî bû.