Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe 2024-08-10 09:50:45 AMED - Xelkê Farqînê bertek nîşanî êrişên li dijî başûrê Kurdistanê dan û gotin ji ber polîtîkayên şer aboriya wan tengav dibe û ev şer dike ku xelk feqîr bibe.    Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên li ser başûrê Kurdistanê didomîne. Ji ber êriş û bombebaranan gelek gund tên valakirin û xelkê gundan neçar dimîne ku jig undan koç bike. Ji ber lêçûnên şer bandorek mezin li aboriya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dike û ev yek dike ku hin bêtir krîza aborî zêde bibe û xelk feqîr bibe. Me polîtîkayên şer û bandora wê ya li ser aboriya xelkê li navçeya Farqînê ji welatiyan pirsî.    ‘EWILÎ GUNDÊN ME NIHA JÎ GUNDÊN BAŞÛR TÊN VALAKIRIN’    Mehmet Kaylû bal kişand ser polîtîkayên şer û aboriyê û wiha got: “Welatek di nav şer de be, em nikarin bibêjin ew welat aboriya wê baş e. Tirkiye di bin navê ‘ewlehiyê’ de mirovan dikuje û wan ji gundên wan koçber dike. Li kî derê kurdek hebe armanca wan a sereke tunekirina kudan e. Ev sed sal in Tirkiye vî şerî dimeşîne. Heya ev şer berdewam bike wê rewşa aboriyê jî baş nebe. Hemû budçe ji bo standina tank, topan vediqetînin. Li bakurê Kurdistanê ji sala 1990’î heya salên 2006’î gundên me hatin valakirin û talankirin. Milet hemû koçberî bajaran kir. Niha jî dixwazin kurdan li başûrê Kurdistanê tune bikin.”    ‘ÎRADEYA WAN ÇAWA QEBÛL DIKE?’    Kaylû anî ziman ku ên ku vî şerî dimeşînin tenê xwe dixapînin û got: “Rêxistineke hêza xwe ji gel girti be tu carî tune nabe. PDK jî ji bo aboriyê û dewlemendiya xwe biparêze vîna xwe bin pê dike. Îradeya wan cawa qebûl dike ku Tirkiye ketiye nav gundê wan. Zarokên piçûk jî dizanin ku malbata Barzanî hebûna xwe li ser tunekirina bakurê Kurdistan ava kiriye. Em hêvî dikin ku demildest dev ji vê şaşîtiyê berdin.”    ‘MALBATA BARZANÎ BERJEWENDIYÊN XWE DIFIKIRE’    Akin Başaran jî bi lêv kir ku dema pêvajoya aştiyê di warê aboriyê de rehetbûnek jî çêbûbû û got: “Dema şer tune be welat ji her aliyî ve bêhnê distîne. Di şerê li dijî başûrê Kurdistan de sekna PDK’ê li dijî kurdewariyê ye. Malbata Barzanî berjewendiyên xwe difikire. Siyaseta PDK’ê ya qirêj ji berê ve heya niha berdewam dike. Hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê sedemê krîza aborî şer e. Dema şer bisekine wê aborî jî baş û dirust bibe.”    ‘PERA DIDIN BARÛTÊ Û BI SER GELÊ KURD RE DIBARÎNIN’   Servet Akincî jî destnîşan kir ku destpêkirina şerê li dijî başûrê Kurdistanê li hemberî destkeftiyên gelê kurd e û wiha axivî: “Tirkiye hebûna xwe li ser şer ava kiriye. Pereyan didin barûtê û bi ser gelê kurd re dibarînin. Ji ber şer milet hemû birçî ye. Dema ev şer biqede hemû kes wê bêhn bistîne. Mesût Barzanî bi gelê xwe re xiyanetê dike. PDK di nava şaşîtiyek mezin de ye. Divê dest ji vê şaşîtiyê berde.”    ‘HETA ŞER HEBE ABORÎ JÎ WÊ XERAB BE’   Alî Bîçer jî da zanîn ku armanca şerê li dijî başûrê Kurdistanê qetilkirana kurdan e û wiha got: “Heya şer berdewam bike tu carî ev krîza aborî jî çareser nabe. Şer û kuştin ne çareserî ye û em aştiyê dixwazin. Alîkariya ku mala Barzanî bi Tirkiyeyê  re dikin pirr şaş e. Heke Barzanî kurd be, xwîna wî paqij be divê dev ji wê alîkariyê berde.”   ‘LI ROJHILATA NAVÎN BERÊ HER KESÎ LI KURDAN E’    Şahîn Yûrter jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn çi diqewime her kes berê xwe dide kurdan û got: “Ev şer bandoreke pirr mezin li ser aboriyê dike. Dema ku ev şer bê sekinandin hemû kes wê ji aliyê aboriyê ve bêhnekî bistîne.”