Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike 2024-08-10 10:41:54 ENQERE - Rojnameger Mehmet Emîn Mûtlû destnîşan kir ku li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî herêmên di bin kontrola ereban de dike û wiha got: “Li Dêrazorê kurd nîn e, tev ereb in. Eşîrên di bin siya Rêveberiya Xweswer de jî tev eşîrên ereb in. Lewma rejîm êrişî ereban dike.”  Rejîma Sûriyêyê û çeteya girêdayî wê Dîfa El Watanî di 6’ê tebaxê de êrişî Kantona Dêrazor a girêdayî Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê kir.    Êrişên piştî vê yekê dom kirine, ji hêla erebên li herêmê dijîn, bertek nîşanî êrişan dan. Bi ser bertek nîşandana eşîrên ereb, li herêmê , duh sibê êriş zêdetir bûn. Piştî bombebarana duh serê sibê hatiye kirin, tevî zarokan 11 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrişan, ereb û gelên li herêmê dijîn bi meşekê bertek nîşanî êrişên rejîmê dan.    Rojnameger Mehmet Emîn Mûtlû yê geşedanên li herêmê diqewimin ji nêz ve dişopîne, têkildarî êrişan, piştperdeya êrişan û geşedanên dawî axivî.    ‘REJÎM BI KOMAN DIKEVE HERÊMÊ’   Mûtlû da zanîn ku li Dêrazorê çemê Firatê herêmê kiriye du perçe, rojhilatê wê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê ve; rojavayê wê jî ji hêla rejîmê ve tê kontrolkirin. Mûtlû bi bîr xist ku ji ber vê rastiya xwe li herêmê dem bi dem pevçûnên demkurt derdikevin. Mûtlû destnîşan kir ku tevî vê yekê jî li herêmê gel ji her du aliyan ve diçin û tên û wiha got: “Li vê derê şêniyên gelek gundan xizmên hev in û ji heman eşirê ne. Lewma di navbera her du herêman de çûn û hatin tim çêdibe. Rejîm van çûn û hatine ji xwe re dike fersend û dixwaze têkeve herêma Rêveberiya Xweser. Ji ber vê yekê jî car caran pevçûn derdikevin.”    Mûtlû diyar kir ku êrişên li dijî Dêrazorê tên kirin bi awayekî plankirî tên meşandin, hemû êrişên rejîmê yên berî niha hatine kirin vala hatine derxistin û wiha pê de çû: “Ev êriş bi hevkariya rejîm û komên girêdayî wê ve hat lidarxistin. Belgeyên derketine holê hene. Hêj ku êriş dest pê nekirine, ji fermandarekî hikûmeta Şamê tê li herêmê û bi komên li herêmê re civînan li dar xist. Lewma heke bêjim ku em di êrişan de cih nagirin jî ev yek ne rast e.”    ‘HAT ASTA XWE BIRÊVEBIRINÊ’   Mutlû bi bîr xist ku beriya Rêveberiya Xweser li herêmê bû, hem eşîrên li hêmê hem jî hin hêzên din, tim bi rejîmê re pev diçûn û got ku rejîm tu caran li herêmê serweriya xwe ava nekir. Mûtlû da zanîn ku herêm di pêvajoyên pişt re ji hêla DAIŞ’ê ve hate desteserkirin piştre jî ji hêla Rêveberiya Xweser ve hate rizgarkirin û wiha dom kir: “Gelê Dêrazorê yekem carê hem wek leşkerî hem jî wek civakî meclisên xwe ava kir û di rêveberiyê de cih girt. Bi vî awayî wek rêxistina xweser a Dêrazorê, hat asta xwe bi xwe rêvebirinê. Eşîr jî bi îradeya xwe tev li vê rêveberiyê bûn. Gelek caran hewldanên sorkirinê yên DAIŞ û rejîma Şamê çêbûn lê belê nekarîn îradeya li vir ava bûye bişkînin. Dîsa jî rejîma şamê dest ji sorkirinên xwe berneda. Ev êrişên pêk tê jî bingeha ji vê yekê digire.”    Mûtlû bilêv kir ku piraniya nifûsa hermê ji ereban pêk tê, piştî êrişan bertekên ereban zêdetir bûne û wiha pê de çû: “Li herêma Dêrazorê kurd nîn in, tev ereb in. Hemû eşîrên di bin siya Rêveberiya Xweser de cih digirin jî tev ereb in. Dîsa hemû rêveberên di Meclisa Sivîl a Dêrazorê de cih digirin jî tev ereb in. Lewma dema erebên li Dêrazorê bertek nîşanî rejîmê dan, êrişên rejîmê dest pê kirin. Li gorî min sedema qetilkirina 11 kesan jî ev yek e.”    HEVKARIYA TIRKIYEYÊ Û REJÎMÊ’   Mûtlû bi ser îhtîmala ku êrişên li dijî gelê ereb a li Dêrazorê hatiye kirin ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kirin sekinî û vê îhtîmalê jî bi pêvajoya “asayîbûnê” ya bi rejîma Şamê ve girê da. Mûtlû axaftina xwe wiha domand: “HSD û Rejîm jî hevdîtinan dikin. Li gorî agahiyên çavkaniyên me yên bi bawer, rejîm daxwazên Tirkiyeyê ji HSD’ê re parve kiriye. Peymana Edeneyê û meseleya 40 kîlometreyan danîne ser maseyê. Ez difikirim êriş di vê çarçoveyê de hatiye plankirin.”    Mûtlû anî ziman ku Tirkiye piştî êrişa Tirkiyeyê li herêmên cuda yên Rêveberiya Xweser ve bi SÎHA, ÎHA û çekên giran dest bi êrişan kir û got: “Ev tê wateya ‘em di çarçoveya hevpar de êrişan dikin’.”   ‘HSD BERSIVÊ XURD DIDE’   Mûtlû destnîşan kir ku HSD’â ji ereb, kurd, suryanî û ermenên girêdayî Rêveberiya Xweser in, bersivên xurt dide êrişan. Mûtlû diyar kir ku HSD hemû êrişên li dijî axa xwe hatiye kirin vala derxistiye, dê van êrişan jî vala derbixe û wiha axivî: “Behtir hewldanên çareseriyên siyasî hene. Fikra avakirina herêmekî bêpevçûn heye û di vê hêlê de gelek pêşveçûn jî hene. Dema pêwîst dibe bersiva êrişan jî tê dayîn. Rejîm heya niha di tu êrişên xwe de tu encam negirtin.”   ‘DI NAVBERA HSD Û REJÎMÊ DE HÊJ DIYALOG ÇÊNEBÛ’   Mutlû diyar kir ku piştî êrişa Dêrazorê di navbera HSD’ê û rejîmê de hêj hewldanekî diyalogê çênebûye û wiha derbirî: “Di peyamên li gel êrişên dihatin dayîn de dianî ziman ku ew di êrişan de cih negirtine û tu agahiya wan bi êrişan re nîn e. Lê pirsekî wiha derdikeve pêş; Wê çaxê kê êrişî herêma di bin kontrola rejîmê de dike?”   Mûtlû wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di Rêveberiya Xweser de îradeyekî siyasî û civakî derdikeve pêş. Heke medaxileyên derve çênebin tu pirsgirêka gelan bi hev re nîn e. Tirkiye û hin hêzên din, bi çeteyên girêdayî xwe ve herêmê dixwazin bêaramî bihêlin.”    MA/Mehmet Aslan