Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan 2024-08-10 11:35:36 MÊRDÎN - Ciwanên di fîrmayekî li Bodrumê de dixebitîn, piştî ku axaftina wan a bi kurdî hate qedexekirin, dest ji kar berdan. Ciwan destnîşan kirin ku ew ê fîrmaya pereyên wan kêm razandiye gilî bikin.  Komekî ciwanên di nava wan de xwendekarên zanîngehê jî hene ji Nisêbînê ji bo kar, di meha nîsanê de çûn navçeya Bodruma Mûglayê. Ciwan li gorî karê dîtine ji veguheztina di nava otelê û sehayên golfê de berpiryar bûn. Axaftina kurdî ya ciwanan ku di fîrmaya Axis Mûndî de dixebitîn, hate qedexekirin. Tevî vê yekê jî ciwan di axaftina xwe ya kurdî de israr kirin.    Ji midûrê fîrmayê Î.K. ji koma WhatsApê re peyama “Hevalno ev der ne qada siyasetê ye, lewma dema ez yekî digirim kar, li bawerî (ateîst hwd.) û zimanê wî (kurdî, tirkî, lazî) nanêrim. Ji ber vê yekê dê di buggy park û servîsê de her kesek bi tirkî biaxive. Derveyî saetên xebatê, hûn çi bikin. (Di wesayîtê de muzîkên herêmî guhdarkirin nîn e). Ez ji her kesê rica dikim ku girîngiya hewce nîşan bide. Karê xwe bikin ewqas.”   Bi ser vê yekê 12 ciwan bi îradeya xwe ji kar derketin û vegerîn li bajarên xwe. Ji ber ciwan dest ji kar berdan, pereyên wan kêm hatin razandin. Ciwan dê fîrmayê gilî gilî bikin.   ‘NEDIXWESTIN EM BI KURDÎ BIAXIVIN’   Ji ciwanan Mehmet Aslan anî ziman ku ew xwendekarê zanîngehê ye, ji bo demkî çûye herêma tûrîzmê ya Bodrûmê. Aslan da zanîn ku di cihê kar de tim hişyariya “kurdî neaxivin” dihat kirin û wiha got: “Dema peyvekî kurdî dibihîstin digotin ‘neaxivin’. Dema me stran jî stirandin destûrê nedidan. Herwiha dema karê me diqediya jî nedixwestin em bi kurdî biaxivin. Dema me ji wan re digot ‘zimanê me ye, nayê qedexekirin’ jî digotin qedexe ye. Ev wiha mehekê domiya. Me digot em ê 3 mehan bixebitin û derbikevin. Lê belê piştî peyama dawî ya di komê de hatiye parvekirin, em rû bi rû axivîn. Ji me re got ku derveyî zimanê tirkî, axaftina zimanên din qedexe ye. Dema ku me pirsa ‘ma ingilîzî û îspanyolî jî qedexe ye’ pirsî, got ku kurdî qedexe ye. Dema ji me re ‘Bi kurdî neaxivin, qedexe ye’ gotin em 12 kes ji kar derketin.”    ‘EM ÇIMA BI KURDÎ NEAXIVIN?’   Aslan da zanîn ku ji ber ew dest ji kar berdane pereyê wan kêm hatiye razandin, diyar kir ku ew ê fîrmayê gilî bikin û axaftina xwe wiha domand: “Hem zimanê me qedexe kirin hem jî heqê me nadin. Em jî dê mafê xwe bigerîn. Ev zimanê me ye û em ê biaxivin. Çima mafê wan ê axaftina zimanê zikmakî heye lê yê me nîn e. Bila bersiva vê yekê bidin.”   ‘EM Ê DOZÊ VEKIN’   Ji Ciwanan Kanî Îlhan destnîşan kir fîrmayê ji bo kêm razandina pereyan hinceta “Bêyî agahî dayîn ji kar derketin” nîşan daye û wiha got: “Tevî ku dizanîn em ê ji kar derbikevin jî, şîrketê ji navenda xwe re gotiye ku agahiya me bi derketina wan tune ye. Em bi servîsa çavkaniya mirovan re axivîn. Me ji wan re got ku pere kêm hatine razandin. Ew jî me guhdar nekirin. Em jî dê derbarê wan de dozê vekin.”   MA / Ahmet Kanbal