Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir 2024-08-10 11:37:01 MÊRDÎN - Hevserokê Şaredariya Qoserê Zeynî Îpek daxuyanî da û got: “Ji bo lêpirsîna disiplînê ya der barê min de hatiye destpêkirin bi rêkûpêk bê meşandin, ez wekaleta xwe ya serokatiyê dewrî hevalek me yê ji meclisê bê bijartin dikim.”    Desteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 2’yê tebaxê de ragihandibû der barê Hevserokê Şaredariya Qosera Mêrdînê Zeynî Îpek de lêpirsîna disiplînê daye destpêkirin. Di daxuyaniya DEM Partiyê de wiha hatibû gotin: “Piştî gilî û belgeyên ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a partiya me re hatin, hat tespîtkirin ku li dijî nirxên rêgez û exlaqê tevgeriyaye. Lewma derheqê wî de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Dê encama lêpirsîna disiplînê di demeke nêz de bê eşkerekirin û bi raya giştî re bê parvekirin.”    Îpek ê ku der barê wî de lêpirsîna disiplînê hatibû destpêkirin daxuyanî da û da zanîn ku heta lêpirsîna disiplînê ya der barê wî de hatiye destpêkirin bi dawî bibe ew ê wezîfeya serokatiyê dewrî kesek ku ji nav Meclisa Şaredariyê bê diyarkirin bike.    LÊBORÎN XWEST   Îpek di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di daxuyaniya beriya vê de ku min dabû, min gotibû ku ‘ez ji partiyê îstîfa dikim’. Lê min bala xwe dayê û ez ketim wê ferqê ku daxuyaniya min li dijî pêvajoya disiplînê hatiye destpêkirin bêrêzî ye û ji ber vê yekê di encama muhasebeya xwe bi xwe re kir de, min vê biryara îstîfayê fermî nekir. Ji bo lêpirsîna disiplînê ya der barê min de hatiye destpêkirin bi rêkûpêk bê meşandin, ez wekaleta xwe ya serokatiyê dewrî hevalek me yê ji meclisê bê bijartin dikim. Ji ber ku ez bi mijarek wiha hatim rojevê, ez ji hemû gelê me û partiya me lêborînê dixwazim.”