DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn 2024-08-10 12:07:43 ENQERE - DEM Partiyê der barê îstîfaya Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Budak de daxuyanî da û got: “Gelê Avkevirê wê her tim Mehmet Alî Budak wek xiyanetkar û tirsonek bi bîr bîne. Bendewariya gel jê ew e ku ji meqamê serokatiya şaredariyê îstîfa bike.”  Desteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî îstîfaya Hevserokê Şaredariya Navçeya Avkevirê ya Agiriyê Mehmet Alî Budak ya ji partiyê daxuyanî da.    Daxuyaniya DEM Partiyê ya der barê îstîfaya Budak de wiha ye: "Di beyanên wî de sûcdarkirin û buxtanên neheqî li partiya me hatine kirin. Dema em li naverok û gotinên ku wî di daxuyaniya xwe de kirine dinêrin, bi zelalî tê fêmkirin ku ev daxuyanî ji aliyê kê ve û bi çi mebestê hatiye nivîsandin. Ji aliyê hemû gelê Avkevirê ve tê zanîn ku kesê navborî nikare van gotinan binivîsîne. Bi vê minasebetê, em hewcedarî pê dibînin ku kesên ku Mehmet Alî Budak wekî amûr bikar tînin, hin mijaran destnîşan bikin.”   KIRDEYA ME GELÊ ME YE    "Partiya me ne ew partî ye û ne xwedî wê siyasetê ye ku al, sirûd, cejn hwd. û remz û nirxan asteng bike yan jî ji holê rake. Mijara têgihiştina me ya siyaset û şaredariyê gelê me ye. Kirdeya me gelê me ye. Em hewl didin ku li gorî pêwîstî û daxwazên gelê xwe têkoşînek siyasî bimeşînin. Em her tim li dij derketin û em ê li dijî wê derkevin jî ku remzên wekî al û sirûd di siyasetê de bibin navgînên parastinê û zirxî bidin hin komên qirêj. Em van nêzîkatiyên ku bi van hesasiyetan hewl didin hin beşên civakê bikin mertal, weke îstîsmar dinirxînin.   GEF LI HEVŞAREDARA ME XWARIYE    Sîstema hevserokatiyê ya ku li siyaseta Tirkiyeyê hatiye destpêkirin modeleke mînak e ku me ji sala 2014’an û vir ve li şaredariyên xwe pêk aniye û wê di pêşerojê de jî bidome. Avkevir jî navçeyek bû ku me li gorî vê modelê namzed destnîşan kir. Mehmet Alî Budak pergala me ya hevserokatiyê qebûl kir û diyar kir ku ew dixwaze ji partiya me bibe namzed. Lê belê azweriya mêraniyê û daxwaza desthilatdariyê piştî hilbijartinan kesayet û karketera rastîn a vî kesî eşkere kir. Modela me ya hevserokatiyê bi rêbaza rêveberiya ez ezî û yekperestiyê red dike. Bi vê yekê ne razî bûn, ev kes û malbata wî bêedebî û bi planên xayîn nîşan dan ku Hevşaredara me Cemîle Duman tehdît kirin e. Em tehdîdên li Dûman, li partiya me tên kirin dinirxînin û dixwazin her kes bizane ku em tiştên ku hatine kirin bi vî rengî dinirxînin. Em hesaba wijdanî ya girtina dengên jinan ji Avkevirê û tinehesibandina îradeya jinan, emanetî gelê xwe yê Avkevirê dikin.   WÊ WEK XIYANETKAR Û TIRSONEK BÊ BIBÎRANÎN    Gelê Avkevirê di hilbijartina 31'ê Adarê de çû ser sindoqan û dengê xwe dan DEM'ê, îradeya xwe ya ji bo rêveberiya şaredariyê ji aliyê DEM'ê ve nîşan dan. Yên ku destkeftiyên partiya me li Avkevirê bi dest xistine û yên ku bi hesabên matematîkî yên şaş û bê bingeh çîrokên serkeftinê yên takekesî çêdikin ji aliyê gelê Avkevirê ve nayên qebûlkirin. Gelê Avkevirê wê Mehmet Alî Budak wek xiyanetkar û tirsonek bi bîr bîne. Tişta ku ev kesayeta bi vî rengî wê li gelê Avkevirê bike dê zirarê bide. Tenê hêviya gelê Avkevirê ji wî ew e ku ji serokatiya şaredariyê îstifa bike.   HAYA ME JI PARA ME HEYE    Weke DEM Partiyê em dixwazin diyar bikin ku haya me ji para me heye. Em lêborîna xwe ji hemû gelê xwe, bi taybetî jî ji gelê Avkevirê dixwazin ku vî kesî ku pergala me ya hevserokatiyê û azadîxwaziya jinan red dike. Di heyama pêş de jî em ê bi meclisa şaredariyê û rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re têkoşîna xwe li Avkevirê bidomînin. Li hemberî tirs, zext û gefan li her qadê em ê berxwedana xwe bidomînin. Em careke din dubare dikin ku em ê destkeftiyên gelê xwe biparêzin û berfireh bikin.”