Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye 2024-08-10 15:15:16 STENBOL - Li Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” de bal kişandin ser rewşa girtî Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar e û hişyariya jiyana wî di talûkeyê de hat kirin.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 646'an a çalakiya "Rûniştina F" de li ber avahiya komeleyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtî Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê girtî ye. Di daxuyaniyê de pankartên "Dermankirin maf e, pêşî lê nayê girtin" û "Girtiyên nexweş bila bên berdan" hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn.    JI SEDÎ 76 ASTENGDAR E   Parêzvana mafên mirovan Nîmet Tanrikûlû daxuyanî xwend û bi bîr xist ku girtî Devrîm Ayik di sala 2006’an de qezayek tê serê wî û çavek wî kor dibe û çavê wî din jî tenê ji sedî 10 dibîne. Tanrikulu da zanîn ku Devrîm Ayik girtiyek ji sedî 76 astengdar e û got: “Nexweşiyên Devrîm gelek in. Di astek bilind de nexweşiya CROHN lê peyda bûye. Guhên wî nabihîzin. Mimkûniya başbûna ji vê nexweşiya CROHN’ê tine ye. Her tim emel dibe, zikê wî diêşe, bêhal dikeve û zeîf dibe. Ji bo êşên wî kêm bibin dermanên reçeteya kesk bikar tîne. Divê ku bê berdan û tedawiya wî bê kirin lê tedawî û berdana wî tê astengkirin. Jiyana Devrîm Demîr di bin talûkeyê de ye.”    ‘DU CAR HAT BERDAN LÊ DÎSA HAT GIRTIN    Tanrikûlû bi bîr xist ku Ayik ewilî di 2015’an de tê girtin û ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di sala 2019’an de tê berdan û hê tedawiya wî didome di heman salê de dîsa tê girtin. Tanrikûlû anî ziman ku dia dara 2020’an de tê berdan lê di çileya 2021’an de dîsa tê girtin û ji wê çaxê ve girtî ye û her ku diçe rewşa tenduristiya wî ber bi nebaşiyê ve diçe.    ‘DEV JI ZILMÊ BERDIN’    Dûvre dayika Ayik, Hulya Ayik axivî û wiha got: “Pêwîste Devrîm bi xwarinên taybet bê xwedîkirin, bixwe, li cihekî paqij û hîjyen be û bênavber li nexweşxaneyek baş were dermankirin. Lê şert û mercên nebaş ên girtîgehan rê nade vê yekê. Ji ber vê yekê fikarên me gelek caran zêde dibin. Sewqa ji bo nexweşxanê bi rêk û pêk nayên kirin, lêgerînên biçûkxistinê, rûmet şikandinê tên kirin, serlêdanên îtîrazê nayên kirin û cezayên disiplînê yên kêfî tên birîn. Divê Devrîm û girtiyên nexweş ên weke Devrîm ji bo dermankirina bên tehliyekirin. Em daxwaz dikin ku berî dilê dayikekê bişewite dev ji vê zilmê bê berdan.”