Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon 2024-08-10 21:31:59   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD, daxuyand ku li bejahiya Dêrazorê yek ê rêveber 2 DAIŞ'î hatine kuştin.    Navenda Ragihandinê ya Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), têkildarî operasyona li rojavayê Dêrazorê hat kirin daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên girêdayî QSD'ê daxuyand ku yek jê rêveber 2 DAIŞ'î hatine kuştin. Her wiha hat diyarkirin ku DAIŞ'iyek jî hatiye zevtkirin.