Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye? 2024-08-11 09:53:48   RIHA - Rojnamevan Cîhan Bîlgîn anî ziman ku Dêrazor ji ber ku cihekî stratejîk e û çavkaniyên wê yên binerdî zêde ne di hedefê de ye û got ku tiliya Tirkiye û Rûsyayê jî di êrişan de heye.    Bajarê Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe hedefa hêzên girêdayî rejîma Şamê û Dîfa El Wetenî ku ji aliyê rejîmê ve tê destekkirin. Hêzên girêdayî Şamê bi rojan e êrişî deverên cuda yên Dêrazorê dikin. Di êrişên 9’ê Tebaxê de 6 jê zarok 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Êriş didomin, lê li gel vê serokên êrişan û rûspî û raya giştî piştgirî dan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).   Dêrazor, ji bo hêzên li herêmê bajarekî stratejîk e. Ev bajar ku li ser sînorê Sûriye û Iraqê ye, di heman demê de li qeraxa Çemê Firatê ye. Li bakur-rojhilat bajarên Hesekê, li bakurrojavayê Reqa û li başûrrojavayê Humus hene. Nifûsa vî bajarê dîrokî beriya sala 2011'an milyon û 700 hezar bû. Lê piştî pevçûnên navxweyî yên Sûriyeyê û serdestiya DAIŞ’ê, bi sed hezaran mirov neçar man koç bikin. Ereb piraniya nifûsa bajêr pêk tînin. Bi qismî malbatên kurd û tirkmen lê dijîn. Dêrazor, di heman demê de bajarekî xwedî çavkaniyên dewlemend ên enerjiyê ye. Li vir gelek qadên neft û gazê hene.   Bajar bi salan di bin kontrola DAIŞ'ê de ma. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 9’ê Îlona 2017’an de pêngava "Bagera Cizîrê" dabû destpêkirin. Navenda bajêr di 23'yê Adara 2019'an de hat rizgarkirin. Rojhilatê bajêr niha ji aliyê Meclisa Sivîl a Dêrezorê ve tê birêvebirin, rojavayê wê jî ji aliyê hikûmeta Şamê û hêzên girêdayî Rûsya û Îranê ve tê birêvebirin. DAIŞ, hebûna xwe li çolên rojavayê bajêr didomîne.   Rojnameger Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopîne, bûyerên li herêmê nirxandin.   GIRÎNGIYA STRATEJÎK A DÊRAZORÊ   Bîlgîn îşaret bi wê yekê kir ku êrişên li ser Dêrezorê ne nû ne û got: “Desthilatên hegemonîk ev demeke dirêj e dixwazin planên xwe yên qirêj ji Dêrezorê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve belav bikin. Di van du salên dawî de gelek planên di vî warî de li ser Dêra Zorê hatin ceribandin. Di van rojên dawî de jî ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta Şamê ve êrişên mezin tên kirin. Sivîl dibin hedefa êrişan. Armanc ew e ku di nav gel de nêrîna ku pevçûn hene çêbikin."    Bilgin bal kişand ser wê yekê ku Dêrazor navendeke stratejîk e û wiha got: "Dêrazor ji bo her kesî cihekî stratejîk e. Li herêmê gelek hêz hene. Li Dêrazorê Rêveberiya Xweser heye, li rojavayê Îran û hêzên Şamê hene. Di heman demê de li Abû Kamalê hêzên koalîsyonê hene. Li çolên Dêrazorê jî hucreyên DAIŞ'ê hene. Ên di van hucreyan de xwe li wir perwerde dikin û êrişên xwe li vir plan dikin."   ÇAVKANIYÊN BINERDÎ DI HEDEFÊ DE NE   Bîlgîn got ku bajar ji ber ku di cihekî stratejîk de ye gelek caran dibe hedef. Bîlgîn wiha got: "Di warê çavkaniyên binerdî de bala hêzên ku li herêmê planên wan hene dikişîne. Hêzên herêmê her tim li gor planên xwe yên qirêj li herêmê hewl didin tevliheviyê çêkin. Hêzên girêdayî Îranê gelek caran bi vê armancê êrişî herêmên Rêveberiya Xweser dikin. Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikûmeta Şamê jî di vê çarçoveyê de êrişan dike. Êrişa niha kirin, pa jî kirin. Di Tîrmeha 2023'yan de hewl dan êrişeke mezin bikin. Lê QSD'ê bi operasyoneke mezin pêşî li ber vê girtibû."   Bîlgîn bi bîr xist ku eşırên herêmê diyar kirin ku di daxuyaniyên xwe de alîgirê QSD'ê ne û wiha got: "Eşîran di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di bûyerên qewimî de. Tirkiye rasterast di êrışên sala borî de cih girtibû û xwestibû qadeke berfireh dagir bike. Lê QSD'ê planên wan pûç kiribû."   ‘ÊRIŞ LI RIHAYÊ HATIN PLANKIRIN'   Bîlgîn der barê êrişan de jî agahiyên balkêş parve kirin. Bilgin diyar kir ku kesên komên girêdayî hikûmeta Şamê jî di nav wan de, li Rihayê civînek li dar xistine û wiha got: “Gelek çeteyên ku di êrişan de cih digirin ji wan kesên ku ev demeke dirêj e li bajarên di bin dagirkeriya Tirkiyê û hêzên paramîlîter de perwerdeyê didin pêk tên. Armanca wan ew e ku ew plana ku sala borî bi ser neketibû, ji nû ve çalak bikin. Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Şehbayê di rojên dawî de didomin. Di rojên dawî de ev êriş zêde bûn. Armanca örışan ew e ku aramıya lı Röveberıya XWeser jı holö rakın ü rageşıyö belav bıkın dı nava gelan de."    ‘GEL LI CEM QSD'Ê YE'   Bîlgîn destnîşan kir ku tevî hemû êrişan jî şêniyên herêmê li cem QSD'ê ne. Bîlgîn got: "Girîng bû ku eşîran piştî civîneke mezin ragihandin ku bi QSD'ê re ne. Vê yekê gotina çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê ya ku digotin 'QSD nikare nîzama giştî pêk bîne, di navbera malbatan de nakokî hene. Em wekî hêzên eşîrî nîzama giştî misoger dikin' pûç kir."    Bîlgîn da zanîn ku di aloziya li herêmê de para Rûsyayê jî heye û wiha got: "Dema ku Tirkiye ragihand ku dixwaze bi Şamê re hevdîtinê bike, Rûsyayê dem bi dem piştgirî da. Dema Tirkiye vê dibêje, armanca wê ne ew e ku pirsgirêkên li herêmê bi temamî çareser bike, dixwaze ber bi berjewendiyên xw eve bikişîne. Armanca Tirkiyeyê ew e ku Şamê ber bi xw eve bikişîne û destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake."   Bîlgîn bal kişand ku dibe ku êriş demekê bidomin û wiha dewam kir: "Li hemberî vê yekê QSD ji bo têkbirina planên hatine avakirin di nava berxwedaneke mezin de ye. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her demê zêdetir ji bo parastina destkeftiyên xwe bûne yek. Divê her kes li dijî qetlîamên li ser zarokan  dengê xwe bilind bike. Bila kes bêdeng nemîne.”   MA / Emrûllah Acar