Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da 2024-08-11 14:52:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre piştî hilbijartina waliyê nû daxuyanî da û wiha got: “Rewşa Kerkûkê rê nade ku xeletiyên din bên kirin.”    Duh bi şev Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li otela Reşîd a li Bexdayê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya. Civîna ku ji bo destnîşankirina waliyê nû yê Kerkûkê hat lidarixistin de 5 endamên YNK’ê, endamekê Xiristiyanan û 3 endamên Ereb bi giştî 9 endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê beşdar bûn.   Di civînê de endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê ser bi YNK’ê Rêbwar Teha weke waliyê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin.   Berdevkê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre piştî hilbijartina waliyek ji bo Kerkûkê, daxuyaniyek çapemeniyê da. Pîre da zanîn ku berpirsên PDK’ê di dema borî de li Kerkûkê rê nedan kurd bi yek lîsteyê tev li hilbijartinên encûmena parêzgehan bibin û wiha got: “Ger em bi yek lîsteyê tev li hilbijartinê bûban, wê 9 kursiyên me heban, bi lîsteyek tevlinebûna hilbijartinan xeletiyek bû. Xeletiya din jî ew bu ku endamên PDK’ê duh neçûn Bexdayê û dengê xwe bikar neanîn. Lê rewşa Kerkûkê edî rênade tu xeletiyeke din.”    Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku di dema borî de çi çêbîbe ne girînge, ya girîng ew e ku di dema pêşde ji bo Kerkûkê alîkariya hev bikin.