Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe 2024-08-11 19:12:15 KOCAELÎ - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di çarçoveya hevdîtinên Nan û Edaletê de bi karkerên tersane û înşeatê re hate cem hev û wiha got: “Heke aştî nebe, ne nan je jî edalet dibe. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di çarçoveya hevdînên Nan û Edaletê de di eywanekî dawetê ya li Kocaeliyê, bi karkerên tersane û înşeatê re hate cem hev. Parlamneterên DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû, Kezban Konûkçû, Îbrahîm Akin, gelek siyasetmedar û Sebahat Tuncel tev li hevdîtinê bûn. Gelek rêveberên rêxistina DEM Partiyê ya Kocaeliyê û navçeyên wê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û nûnerên sendîkayên karkeran piştgirî dan hevdîtinê. Li eywanê pankartên bi zimanê kurdî û tirkî yên “Li dijî xizanî û nelirêtiyê nan û edalet” hate daliqandin û gelek caran diruşmên “Be Serok jiyan nabe” û “Biji Serok Apo” hatin berzkirin.    ‘SEDEMA KRÎZÊ NEÇARESERÎ YE’    Siyasetmedar Sebahat Tûncel bal kişand ser krîza aborî û wiha got: “Sedema bingehîn a vê yekê pirsgirêka kurd e. Heke gelên li Tirkiyeyê bixwazin ji vê desthilatê û ji van pirsgirêkan rizgar bibin, divê piştevaniyê bide têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Tirkiye êdî pişta xwe daye van şeran. Lewma divê çîna karkeran xwe ji nû ve bigire dest û bi rexneyînê nêz bibe. Heke em têkiliya xwe ji vê pergalê qut bikin dê ev pergal di rojekê de bigûhere. Divê em dest bidin hev, mil bi mil û têbikoşin.”   ‘TECRÎD NE TENÊ PIRSGIRÊKA KURDAN E’   Tûncel diyar kir ku sedema zêdebûna bingehîn a pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrît û şer e wiha dom kir: “Îro li Îmraliyê politikaya tecrîdê heye. Ji sala 2015’an ber bi îro ve tu agahî ji birêz Ocalan û her sê girtiyên li cem tên ragirtin, nayê girtin. Tecrîd ne tenê pirsgirêka kurdan e, di hemen deme de pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye ji ber gelek bandora xwe li hemû gelan dike. Derdê karkeran ne tenê pere ye. Em ji bo jiyanekî wekhev û azad ava bikin dixebitin. Pêkanîna vê yekê jî xurtkirina têkoşîna çînê ye. Divê em cihêkariya ku gelan ji hev dûr dixe bibînin. Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe.”     ‘NÊZÎ 40 HEZAR KARKER JIYANA XWE JI DEST DAN’   Piştre hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî bal kişan ser mêtingeriya keda kadkar û karkeran. Bakirhan anî ziman ku desthilata AKPê keda karkeran ha dimêje ha dimêje û ev tişt gotin: “Em roj bi roj xizantir bûn, desthilat hêj jî heqê kedkaran pêşkeşî xwediyên sermayeyê dike. Di desthilatdariya AKP’û MHP’ê de nêzî 40 hezar karker jiyana xwe ji dest dan. Tenê di nava 6 mehan de 878 hevalên me yên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Desthilat ji ber nebû hevalê karkeran, ji ber sermayeyê parast, zarokên kurd û tirkan neçar dimînin ku di şert û mercên bêyîtemînat de dixebitin û ji ber tevbîr nayên girtin di înşeatan de tên xistin.”     DI HER QADÊ DE TÊKOŞÎN   Bakirhan diyar kir ku xelasiya gelê tê talankirin berxwedan e wiha pê de çû: “Li ku derê karkerek li ber xwe bide, mafê xwe bigere DEM Partî li cem wî ye. Wek DEM Partî em di serî de meclise, li zevî, kolan, fabrîka, li ku derê berxwedanekî karkeran hebe em li wê derê ne. Di hevîrtirşê partiya me de ked heye. Dê kampanyaya me ya nan û edaletê li her derê Kurdistan Tirkiye têkeve meriyete. Em ê hatine cem hev a bi kedkar û xizanên Tirkiyeyê re bidomînin. Em li bendê ne ku ev kampanyaya nan û edaletê li ku derê be bila bibe xwedî li kampanyaya me derbikevin, bişopînin û dengekî xurt piştiriyê bidin daxwaza nan û edaletê.