Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin 2024-08-11 20:11:28   STENBOL - Beriya maça Amedspor û Fatîh Karagumruk were lîstin, alîgirên Amedsprê yên forma li xwe kiribûn û xwestin têkevin stadyûmê, hatin binçavkirin.    Maça Amedspar û Fatîh Karagumruk Sporê dê li Stadyûma Olîmpîyatê ya Stenbolê were lîstin. Gelek alîgirên Amedsporê ji bo piştgiriya tîma xwe bikin, daketin riyan. Di van kêliyan de alîgirên Amedsporê yên formayên zer li xwe kiribûn û dixwestin têkevin sehayê, ji hêla polîsan ve hatin sekinandin. Gelek aligir hatin binçavkirin. Nehat zanîn bê ka kesên hatine binçavkirin birine li ku derê.    Têkildarî mijarê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi ser hesaba xwe ya medya dîjîtal daxuyanî da. Parêzerên OHD’ê anîn ziman ku ew bi polîsan re hevdîtinê kirine û diyar kirin ku polîsan bersiva “Ev der Stenbol e, ez çi bixwazim dê wê bikim” daye parêzeran. OHD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em vê feraseta ku dijminatiya rengên kurdan jî dike û hemû sepanên keyfî şermezar û lenet dikin. Em ê bibin şopdarê pêvajoyê.”