Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin 2024-08-11 20:24:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê û rûspiyên eşîrên Dêrazorê serdana birîndarên di êrişa Dêrazorê de birîndar bûne û di Nexweşxaneya Şehîd Saryayê tên dermankirin, kirin.   Şandeyek ji Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Dêrazorê û rûspiyên eşîrên kantonê serdana birîndarên li Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya Hesekê kir. Welatiyên serdana wan hatiye kirin di êrişa komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî gundên rojhilatê Kantona Dêrazorê de, birîndar bûbûn.   Navên birîndarên li Nexweşxaneya Leşkerî ya Şehîd Sarya ya Hesekê tên derman wiha ne; Melek Îsmaîl El Ebûd (5), Fehid Îsmaîl El Ebûd (12) Melek Ebûd Hisên.   Şande ji serokeşîrê Bûrehme Fewaz El Weys, nûnerê qebîleya Begara Şêx Diyab El Cêlat, nûnerê qebîleya Igêdat Şêx Ebû Elî El Ebrez, nûnerê qebîleya Bûcamil Şêx Malik El Emleh û hevseroketiya Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl û Şehnaz El Hefel pêk hat. Şandeyê spasiya piştgiriya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo birîndaran kir.