Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket 2024-08-11 21:55:22   AMED - Tevgera Azadî bo hilbijartina waliyê Kerkûkê Rêbwar Teha daxuyanî da û wiha got: “Îradeya kerkûkiyan careke din bi ser ket,  komploger û şîrîkên xwe têk çûn.”   Duh bi şev Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li otela Reşîd ya li Bexdayê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiyan. Civîna ku ji bo destnîşankirina waliyê nû yê Kerkûkê hat lidarixistin de 5 endamên YNK’ê, endamekê filehan û 3 endamên ereb bi giştî 9 endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê beşdar bûn. Di civînê de endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê ser bi YNK’ê Rêbwar Teha weke waliyê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin. Her wiha Mihemed Îbrahîm Hafiz jî ji ereban bû serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê.   Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di derbarê diyarkirina waliyê parêzgeha Kerkûkê û serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û got: “Weke piştevanê Hevpeymaniya Hêz û Îradeya Kerkûkê, em pîrozbahiyê li hemû pêkhateyên Kerkûkê dikin.”   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em di wê baweriyê dene ku serkeftina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê di xizmetguzarî, parastina aramî, yekrêzî û pêkvejiyana civakên Kerkûkê de tê dîtin.   ‘XEWNA TIRKAN DAGIRKIRINA HERÊMÊ YE’   Li Herêma Kurdistan û Iraqê Kerkûk bajarek xwedî pêkhateyên cuda û stratejiyek giringe. Hertim dagirker û hêzên şovenîst çavê xwe berdane ser û hewla xirabkirina aramiyê û derxistina kaosê didin. Bi taybeta ji aliyê dewletên şovenîst ên tirk û ereb û dagîrkerên Kurdistanê ve. Bi berdewam bûne sedem ku alozî û qeyran pê qeyran ji bo kurdên li Kerkûkê derbixînin. Dewleta Tirk sed sal in xewna dagirkirina vê bajarê dike ku gelek caran hewlên ne yasayî û ne rewa daye. Dibin navê Tirkmenan de destwerdanê kiriye û dubendiyê xistiye nava netewan de.   ‘TIRKIYEYÊ KRÎZ KÛRTIR KIRIN’   Piştî proseya gumanane ya referandûma PDK-Barzanî, carek din bajarê Kerkûkê ket nava qeyran û nakokiyan. Lewazbûna pêgeha neteweya Kurd, encama vê polîtîkaya otorîter bû ku hîn zêdetir rê li ber destwerdana derve vekir, bi taybetî jî dewleta Tirk krîz kûrtir kir.   ‘EM Ê PIŞTEVANIYÊ BIKIN’   Em weke piştevanê Hevpeymaniya Hêz û Îradeya Kerkûkê, ji bo derketina ji krîz û nebûna xizmetguzariyan ber bi rêveberiyeke hevseng û demokratîk ve, em ê bi hemû hêza xwe alîkarî û piştevaniya Kerkûkê bikin ku ber bi jiyaneke bi wate, bihevre jiyaneke çandî û demokratîk ku layiqî hemû civakên Kerkûkê ye ve biçin.   ‘RÊ LI BER KOMPLOGERAN BIGIRIN’   Bi vê boneyê em pîrozbahiyê li avakirina îdareya nû ya Kerkûkê dikin. Em hêvîdarin xizmetguzariyên baş pêşkêş bikin û aramî û yekrêziyê vegerînin, rê li ber komplo û destwerdanên derve bigirin û nehêlin gendelî bibe mînakek nû ji bo hemû Kerkûkiyan.”