‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’ 2024-08-11 23:36:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Pêkhateyên Şengalê, têkildarî gef û biçûkxistinên li dijî gelê êzdî yên demên dawî daxuyanî dan û ji hemû baweriyan bangawaziya “jiyana aştiyane û rêzgirtina hemû baweriyan” hate kirin.  Di daxuyaniyê de tekezî li ser giringiya pêkvejiyana aştiyane ya navbera hemû pêkhateyên li Iraqê de hate kirin û wiha hate gotin: “Peywendiyên dîrokî û kûr yên êzidiyan li gel birayên bisilman û filehan heye. Dîroka me li ser esasên hezkirin û biratiya hemû ol û mezheban hatiye avakirin. Em ji van gotinên ku wek heqareta li Hz Muhammed hatin tefsîrkirin, bêparbûna xwe diyar dikin. Em her daxuyaniyên ku bi armanca têkdana têkiliya mirovî ya kûr a di navbera Êzidî û birayên wan ên bisilman de, şermezar dikin.   Her sûcek ku ji aliyê kesek ve were pêkanîn, li beramberî civakê bi tevahî nayê hesibandin. Hemû pêkhateyên Iraqê li ser têgînên bihevrejiyan û xweşbîniyê ava bûne.   Em bang li saziyên olî yên Îslamî dikin ku li hember sûcdariyên li dijî êzidiyan ku di rojên dawî de gelek zêde bûne hişyar bin. Her wiha bang li hikûmeta Iraqê û hemû pêkhateyan dikin, helwestek zelal nîşan bidin û van gotaran red bikin ku rê li ber têkbirina peywendiyên birayetî û aştiyê vedike. Rêgirî li gef û gotinên metirsîdar yên li ser êzidiyan têne kirin, bigirin.   Êzidî rastî gelek pirsgirêkan hatine. Dema ketin ber pêla kuştin û komkujiyê hatin û ketin ber destê DAIŞ’ê, bi hezaran kes hatin serjêkirin yan jî di komkujiyan re hatin derbazkirin. Bi sedhezaran Êzidî li çiyayê Şengalê dibin germa havînê de ji ber birçîtî û tîbûnê mirin. Hemûyan wan tenê hêlan û bi qedera xwe re tenê hiştin.   Êzîdî ji van hemû pêkhateyan daxwaz dikin ku hemû êzidî, bisilman û filehên Iraqê jiyanek bi rûmet bijîn. Ji bo vê yekê banga bihevrejiyanek aştiyane û rêzgirtina li hemû olan dikin.”