Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket 2024-08-11 23:42:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Di saetên êvarê de şewatek mezin li gundê Sokte û Surga yê li berpalê çiyayê Pîremegrûn derket û di encamê de beşek mezin ya puş û jîngeha herêmê şewitî. Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê di saet 18:00’an de li nêzîkî gundê Sokte û Surga yên li berpalê çiyayê Pîremegrûn ê dikeve sînorê Silêmaniyê, şewatek mezin derket. Hate diyarkirin ku heta niha agir nehatiye kontrolkirin û beşek mezin agir pê ketiye ku gelek puş û jîngeha herêmê şewitiye.