Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-08-12 11:50:04   STENBOL - Kesên di serdegirtina daweta li Esenyurtê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê hatin berdan.    Di 10’ê tebaxê de polîsan li Taxa Pinarê ya navçeya Esenyurt a Stenbolê bi ser dawetekê de girtin. Bi hincetan stran û govenda kurdî, xwediyên dawetê û muzîkjen jî di nav de 8 kes binçav kirin.    Welatî, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin û ji 8 kesan 5 jê piştî îfadeya li Qereqola Kiraçê hatibûn berdan.    3 muzîkjen jî piştî îfadeya li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê îfade girt û bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar kir. Dadgerî li gorî daxwaza dozgeriyê tevgeriya û her 3 muzîkjen bi şertê kontrola edlî berda.