Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn 2024-08-12 15:10:53 NAVENDA NÛÇEYAN- Hate ragihandin ku di encama êrişên hêzên hikûmeta Şamê û hevalbendên wan Dîfa El Wetenî yên li gundewarê Dêrazorê pêk anîn de, hejmara birîndaran bûn 14 kes. Hat zanîn ku mizgeftek jî hat bombekirin.  Hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî îro dîsa gundewarên rojhilatê Kantona Dêrazorê bi obis û hewanan topbaran kirin.    Li gorî agahiyên ewil di êrîşa li ser gundê Kişkiyê de 2 gundî birîndar bûne.   ANHA’yê ragihand ku di êrişa li ser taxa El Mewh a bajarokê Ebû Hemamê de 14 kes birîndar bûne.   Birîndar rakirin nexweşxaneyên kantona Dêrazorê.    Ji birîndaran navên Mahir El Marûf, Hemîd El Xilêf El Necim, Emar Salih El Elî, Mihemed El Emîn El Salih, Emar Salih El Ehmed hatin zanîn.    Li gorî bijîşkên nexwexaneyan rewşa 2 birîndaran giran e.   Hat ragihandin ku li bajarokê Ebû Hemam û Kişkiyê jî birîndar çêbûne, lê ji ber berdewama topbaranê tîmên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin wan.   Li gorî agahiyên dawiyê li Kişkiyê mizgeftek jî hatiye bombekirin.