Meclis dê ji bo Can Atalay bicive 2024-08-12 15:16:34   ENQERE - Piştî serlêdanên partiyên siyasî, Serokatiya Meclisê bang li Meclisê kir ku ji bo nirxandina betalkirina parlamenteriya Can Atalay bicive.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay biryara xwe da û ji bo biryara betalkirina parlamenteriya Atalay got: “Tu hukmê vê biryarê nîne.” Li ser vê yekê partiyên siyasî ji bo Meclis bi awayeke awarte bicive serlêdan kirin. Serlêdanên partiyan biencam bûn û Serokatiya Meclisê ji bo nirxandina betalkirina parlamenteriya Atalay bang li Meclisê kir ku di roja înê saet di 15.00’ê de bicive.