Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê 2024-08-12 21:36:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya gelê herêmê serdana kantona Dêrazorê kir.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya gelê kantona Dêrazorê şandeyek şand kantonê. Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî serdanê de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsê Hisên Osman ve hate xwendin.    Daxuyanî bi vî rengî ye:   "Ev serdana bi hedefa piştgiriyê û teqeziya li ser sekna li kêlek gelê Dêrazorê ye. Her wiha ji bo sersaxiyê bidin malbatên şehîdan.   Ev serdan, ji bo êrişkarên hewl didin derbeyê li ewlehî û îstîqrara li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji aliyê Dêrazorê ve bidin, peyamek e ku QSDˊê, gelê Dêrazorê û rûspiyên eşîrên herêmê dê li hember tevahî êrîşan bisekinin.   Rêveberiya Xweser, tevî kesên hewl didin derbeyê li vê projeyê bidin, li ser gihandina civakeke demokratîk ku tê de edalet misoger be bi israr e. Em di projeya neteweya demokratîk û gihandina civakeke demokratîk ku tê de edalet û wekhevî li tevahî Sûriyeyê misoger be de dewam in."