Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin 2024-08-12 22:52:47 ÎZMÎR - Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ku li Îzmîrê ji ber penceşêrê dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest da, wê li Meletiyê bê definkirin. Endamê Koma Aştiyê yê duyemîn Alî Şukran Aktaş ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 29’ê Cotmeha 1999’an de ji Ewropayê hat Tirkiyeyê, li Îzmîrê ku ji ber penceşêrê lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aktaş wê sibê li gundê Darica yê navçeya Akçadag ya Meletiyê bê definkirin.   Alî Şukran Aktaş bi Haydar Ergul, Aygul Bidav, Îmam Canpolat, Yusuf Kiyak, Aysel Dogan, Haci Çelîk û Dîlek Kurt re ji Ewropayê hatibûn.   Endamên Koma Aştiyê yê duyemîn jî weke Koma Aştiyê yê yekemîn hatibûn binçavkirin û girtin. Li 8 endamên Koma Aştiyê ku li Stenbolê hatin darizandin, ji 7 heta 15 salan cezayê girtîgehê hatin birîn.Aktaş ku di sala 2005’an de ji girtîgehê derket, di dozekî ku dihat darizandin de bi hinceta “potansiyela propagandaya rêxistinê” 20 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.   Aktaş piştî ku ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, di 4’ê Cotmeha 2013’an de dîsa ket girtîgehê û 9 meh û 10 roj di girtîgehê de ma. Aktaş ê piştî ji girtîgehê derket têkoşîna aştiyê domand, di 2’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Weqfa Aştiyê de ku 29’ê Çileya 2020’an hat kirin, ji bo Endamtiya Lijneya Çavderiyê ya Waqfê hat hilbijajrti