Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin 2024-08-13 08:48:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Li hin bajaran polîsan di serdegirtina malan de gelek kes kirin binçavan.  Li Amedê polîsan vê sibehê avêt ser gelek malan. Di serdegirtinên malan de kesên bi navê Îrem Alkaş, Baran Baymîs, Murat Devran û Murat Ogut û 8 kesên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina her çar kesan nehat zanîn, biryara veşarî li ser dosyeyên wan heye û ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.   DÊRSIM     Polîsan li Dêrsimê jî avêt ser malekê û welatiyê bi navê Huseyîn Aslan kirin binçavan. Hat zanîn ku Aslan di çarçoveya lêpirsînêk li Manîsayê hatiye destpêkirin, kirine binçavan. Her wiha li navçeya Mazgêrd a Dêrsimê jî polîsan avêt ser mala Perîhan Aydin û ew kirin binçavan û sedema binçavkirina wê nehat zanîn.    STENBOL    Li Stenbolê jî polîsan serê sibehê avêt ser hin malan û gelek kesan kirin binçavan. Di serdegirtinên malan de Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat (DGD) Abdulhakîm Daş û Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Eşref Yaşar jî di nava de gelek kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkiriyan birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û sedema binçavkirinê nehat zanîn.