ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-13 09:00:08   * Girtiyê nexweş Yaşar Bayar, di hevdîtina bi telefonê re ya li gel malbata xwe ragihand ku rewşa wî her ku diçe nebaştir dibe. Dayika wî Zînê Bayar banga hestiyê kir û got: “Çavên wî nabînin û nayê tedawîkirin. Di hucreyê de bi tena serê xwe ye û nikare pêdiviyên we pêk bîne."    * Rojnameger Aras Îbrahîm diyar kir ku serkeftina YNK’ê ya li Kerkûkê dê bandorê li herêmê û êrişên dewleta tirk bike û wiha got: “Planên Tirkiyeyê yên li ser herêmê têk çûn.”    * Fatîh Aydin diyar kir ku ji ber ew bi kurdî diaxivî HD Îskender a li Balafirgeha Stenbolê dawî li karê wî anî û axaftina wî ya bi kurdî dihat astengkirin. Midûrê Restorantê N.E., jî piştrast kir ku axaftina bi kurdî asteng kirin e.    * Waniyên ku ji ber rewşa aborî zor û zehmetiyê dikişînin, gotin: "Aboriya welêt her diçe xirabtir dibe. Êdî tu titş rast nabe, bila bes ji me re çîrokan bibêjin."    * Şêniyên gundê Xanika Jêr a Çinara Amedê, xwestin pirsgirêka binesaziyê ya gund bê çareserkirin. Welatiyan diyar kir ku cihoka ku di nava gund re derbas dibihûre, dibe cihê xetereyê û bang li rayedaran kirin.    * Cenazeyê endamê Koma Aştiyê ya Duyemîn Alî Şukran ê li Îzmîrê wefat kir dê ji navçeya Ûrlayê ber bi bajarê wî Meletiyê ve were şandin. (12.00)    * Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ya li Stenbolê berdewam bike. (20.00-22.00)