Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin 2024-08-13 09:01:01 ŞIRNEX-  Girtiyê nexweş Yaşar Bayar, di hevdîtina bi telefonê re ya li gel malbata xwe ragihand ku rewşa wî her ku diçe nebaştir dibe. Dayika wî Zînê Bayar banga hestiyê kir û got: “Çavên wî nabînin û nayê tedawîkirin. Di hucreyê de bi tena serê xwe ye û nikare pêdiviyên we pêk bîne."    Yaşar Bayar (37) ê ku di dema qedexeya derketina derve ya sala 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû girtin, bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê muebedê yê girankirî lê hat birîn. Û her wiha bi îdiaya “polîs kuştiye" jî 15 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Bayar piştî 3 mehan li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê mabû, sewqî Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê hatibû kirin. Piştî ku Dadgeha Bilind di meha hezîranê de cezayê wî erê kir, Bayar di hucreya yek kesî ya girtîgehê de hat girtin. Bayar ê ku ê ji çav û pişta xwe nexweş e, nikare di hucreyê de pêdiviyên xwe pêk bîne. Malbata Bayar ji bo ku lawê wan bînin girtîgeheke nêz heta niha bi dehan daxwazname dan lê belê bêencam man. Dayika wî Zînê Bayar a ku ji ber bêderfetiyên aborî û dûrbûna rê di nav 9 salan de tenê carekî kurê xwe dîtiye bangawaziya hestiyariyê kir.    ÎŞKENCEYA HÛCREYÊ   Zînê Bayar diyar kir ku di hevdîtina bi telefonê ya herî dawî li gel kurê xwe re kiriye ragihandiye ku nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne û wiha got: “Kurê min ev 9 sal in bêsûc û begûneh di girtîgehê de tê girtin. Kurê min ji me dûr kirin. Li bavê wî nexweşiya penceşêrê peyda bûye û keseke min tune ye. Ji ber ku girtîgeh dûr e em nikarin her carê biçin hevdîtinan. Heke di girtîgeheke de nêzîk de bihata girtin em ê biçûna hevdîtinan lê rê pir dûr e û ji ber mesrefê em nikarin biçin. Kurê min niha di hucreyê de tê girtin. Nikare di hucreyê de bimîne. Pişta wî diêşe û ewr girtiye ser çavên wî. Ji zarokên xwe dûr e nikare zarokên xwe bibîne. Roja înê li min geriya ji min re got, ‘bataniya min heye min got ku ez bişom lê min nekarî bişom. Ez tenê me nedikarim êdî xwarinê bixwem û ne jî dikarin tiştekî bikim'. Weke dayikek daxwaza min ew e ku kurê min ji hucreyê derxin û bînin girtîgeheke nêz."    'ÇAVÊN WÎ NABÎNIN'   Zînê Bayar bi lêv kir ku rewşa kurê wê roj bi roj ber bi xetereyê ve diçe û wiha axivî: “Dixwaze ku raya giştî dengê wî bibihîze. Ji ber rewşa ku kurê min têde ye em gelek diqehirin. 9 sal in di girtîgehê de ye û di van 9 salan de ez tenê carekî çûme hevdîtinê. Hevjîna wî û zarokên wî jî nikarin biçin hevdîtinê. Dema ku em diçin jî em bi rojan di rê de dimînin. Ji bo ku bînin ciheke nêz heta niha me bi dehan daxwazname dan. Lê belê vê daxwaza me bi cih nehatin. Kurê min bêsûc di girtîgehê de tê girtin û tedawiya wî jî pêk nayînin. Çavên wî nabînin. Nabin diktor. Kurê min nikare xwarinekî çêbike û bixwe. Divê ku demildest ji hucreyê bê derxistin."