Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin 2024-08-13 09:49:54 AMED - Şêniyên gundê Xanika Jêr a Çinara Amedê, xwestin pirsgirêka binesaziyê ya gund bê çareserkirin. Welatiyan diyar kir ku cihoka ku di nava gund re derbas dibihûre, dibe cihê xetereyê û bang li rayedaran kirin.    Pirsgirêka binesaziyê ya li taxa Xanika Jêr a navçeya Çinar a Amedê, dibe sedema bertekên gel. Li taxa ku 600 xanî lê hene hezar û 976 kes lê dijîn, lê cihoka tê re derbas dibe zivistanê dibe sedema lehiyan û havînê jî ji ber ava qenalîzasyonê welatî nikarin îdare bikin. Dema ku ava qenalîzasyonê ji ber pirsgirêkên binesaziya taxê diherike çem, ev yek ji bo hemû bûneweran metirsiyê çêdike.   Şêniyên taxê ji bo çareserkirina pirsgirêkê hem serî li Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) û hem jî şaredariyê dan. Welatiyan di serlêdanên xwe yên ji bo Şaredariya Çinarê de bersiva ku 'ev li derî rayeya şaredariyê ye girtin, lê ger DSÎ dest bi xebatê bike ew ê jî piştgiriyê bidin' wergirtin. Piştî vê gelek caran serî li DSÎ'yê hat dayin, lê hê jî nehatiye çareserkirin.    Şêniyên taxê pirsgirêka ku pê re rû bi rû ne ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin.    ‘ZIVISTANÊ EM NOBEDÊ DIGIRIN'   Kayfa Baran bilêv kir ku DSÎ gelek caran hatiye taxê, lê tenê wêne girtine, lê tu tiştek çareser nekiriye. Baran destnîşan kir ku bi salan e daxwaznameyê dinivîsin lê hê jî cihok nehatiey paqijkirin û çareyek nehatiye dîtin. Baran bilêv kir ku ji ber vê welatî nexweş dikevin û got ku zivistanê jî bi tirsa ku wê lehî rabe nobedê digirin.    Reşît Aladag jî diyar kir ku ji ber ku zivistanê av zêde dibe nobedê digirin û got: "Par zarokak di avê de wer bû û ger hevjîna min ew xelas nekirana wê biqxeniqiyana."   Celîle Baranê jî got: "Em dixwazin çareyek bê dîtin û taxa me bê paqijkirin. Em ji ber qirêjiya vir û kelmêş û bêhna ji vir tê nikarin rakevin."    Enver Koacaaga jî got: "Havînê mirov ji bêhan nikare îdare bike. Zivistanê jî ji ber av zêde dibe ambulans nikare were taxê. Koacaga xwest rojek berî rojekê çareyek bê dîtin.    Gulderen Baranê anî ziman ku ji ber binesaziya taxê tune ye hemû av diherikin cihokê û got "Gava baranek zêde bibare û lehiyek rabe hemû çop tên dikevin mala me. Havînê bêhneke pir pîs tê û em ji ber vê bêhnê nikarint u tiştî bikin."    Vesîle Yaşayê jî got ku sedema neçareserkirina pirsgirêkê ew e ku me raya xw enedaye wan.    Têkildarî mijarê em li DSÎ'yê geriyan, lê me xwe negihand rayedaran.    MA/ Heval Onkol