Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe 2024-08-13 09:50:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî texmînên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê dê li seranserî welêt hewa ji 1 dereceyê heta 3’yan germtir bibe.    Li gorî texmîna Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM), li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê germahiya hewayî dê ji 1 dereceyan heta 3’yan zêde bibe. Li gorî rapora MGM’ê li rojhilatê Agiriyê, başûr û rojhilatê Wanê û li herêmên navîn û rojhilat ên Behra Reş barîneke zêde bibare.