Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin! 2024-08-13 09:51:25 STENBOL - Fatîh Aydin diyar kir ku ji ber ew bi kurdî diaxivî HD Îskender a li Balafirgeha Stenbolê dawî li karê wî aniye û axaftina wî ya bi kurdî dihat astengkirin. Midûrê Restorantê N.E., jî piştrast kir ku axaftina bi kurdî asteng kirin e.  Mehmet Kalkan û Fatîh Aydin ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê ne. Her du ciwanên kurd ji bo debara xwe bikin berê xwe dan Stenbolê. Li restorant ango lokantaya HD Îskender a li Balafirgeha Stenbolê dest bi kar dikin. Her du ciwan ji ber ku bi kurmancî dipeyivin bi mobbîngê re rû bi rû dimînin. Her du ciwan herî dawî bi hinceta ku di frîtozê de şewat derketiye, ji kar hatin derxistin. Kalkan di 8’ê tebaxê de û Aydin jî di 9’ê tebaxê de ji kar hatin derxistin.    HINCETA JIKARDERXISTINÊ: FRÎTOZ    Kalkan da zanîn ku 4 salan ew li wê restorandê xebitî ye û wiha behsa ku wan ji kar derxistine kir: “Saet navbera 03.00-05.00’ê şevê bû, me karê xwe qedand û şûbeyê girt. Ji bo em derkevin molayê me kasiyerên li wir agahdar kir. Paşê 10 deqîqe di navberê de derbas nebû, agir bi frîtozê ket. Jixwe frîtoz jî xera bûyî bû. Tîma agirkujiyê mudaxileyî şewatê kir. Di vardiya serê sibehê de hatin girtekan girtin. Beriya em vardiyayê dewr bikin, midûrên vardiya şeve bo me şandin û gotin ‘li vir bimînin’. Paşê jî şefê giştî hat û gefa, ‘ez ê we li vir bişewitînim’ li me xwar. Paşê jî min ji kar derxistin.” Kalkan anî ziman ku wî heqdestê rojên xwe yên bi destûr wernegirtiye û got: “Min parêzer girt. Ez ê bi rêyên hiqûqî serlêdanê bikim. Heqaret û çêrên ku li me kirine wê li cem wan nemîne.”    ‘TU NIKARÎ BI KURDÎ BIAXIVÎ!’    Fatîh Aydin jî diyar kir ku ew sê mehan li restorandê xebitî ye û di vê demê de ew li lojmanên aydî fîrmayê de maye û lojmana lê dima jî ne cihê mayînê bû. Aydin wiha got: “Di nava van sê mehên ku ez li wir xebitîm de ji heqaretan heta gefan li min hatin xwarin. Em 8 kes li lojmanê diman. Ne paqij bû û ji mişkan bigire heta kêzikan her tişt hebûn. Mislixên wan xerabûyî bûn. Ev tev ne bes bûn, cihêkarî jî li kesên li wir diman dihat kirin.”    Aydin destnîşan kir ku dema ew bi kurdî dixivin berteka, “tu nikarî li vir bi kurdî biaxivî” nîşanî wî hatiye dayîn. Aydin wiha axivî: “Dema stranên tirkî dihatin vekirin, kesî dengê xwe nedikir lê dema me stranên kurdî vedikir, heqaret li me dihat kirin. Herî dawî jî guhdariya li stranên kurdî jî hat qedexekirin. Midûrê me yê restorantê wiha digot, ‘ez ê li vir hemû kurdan biqewirînim, hewcedariya me bi kurdan tune ye, em ê nehêlin ku kurd li vir bixebitin’. Piştî van gotinan 12 personelan ji kar derxistin. Hemû jî kurd bûn.”    MEAŞÊ XWE NEGIRTINE    Aydin da zanîn ku şert û mercên xebatê jî gelek xerab bûn û wiha got: “Mirov nikarin 24 saetan bixebitin. Lê belê mafê me yê bêhnvedanê jî li me heram kiribûn. Carna ji 15 rojan carekê destûr didan me. Wan rojên me jî ne wek mesaî hesab dikirin. Heqdestê me hemû hatin tunekirin. Heqdestê min ku ez ji wan bigirim heye. Ez çûm min heqdestê xwe xwest. Gotin, ‘em nadin, te çima îstîfaya xwe nenivîsandiye’. Mehek berê jî meaşê hemû personelan kêm razandin.”    MIDÛRÊ RESTORANTÊ: NAXWAZIM BI KURDÎ BIAXIVIN    Me der barê mijarê de xwe gihand midûrê restorantê N.E. û têkildarî mijara navborî wiha bersiva me da: “Em tenê naxwazin ku li cem mişteriyan bi kurdî were axaftin. Ez naxwazim li cem min jî bi kurdî biaxivin, çimkî ez ji wan fam nakim.”    MA / Îbrahîm Irmak