Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan 2024-08-13 10:45:29   AGIRÎ - Li Agiriyê li kêleka rêyan zeviyên gulberojan berî mirovan didin ser û efsûniyê li mirovan dike.    Di salên dawî de li bajarê Agiriyê gulberoj tên çandin. Gulberojên ku bejna wan bi ser serê mirovan dikeve, efsûniya xwe li mirovan dike. Li gelek deverên Agiriyê zeviyên gulberojan hene û hem bala welatiyan hem jî bala wênegiran dikişînin ser xwe. Zeviyên gulberojan ên li ser rêya bejahiyê ya di navbera Agirî û navçeya wê Panosê de, bi dîmenên xwe rengîn û efsûnî xwe radixin ber çavan.    Wêne: Adnan Bîlen