Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin 2024-08-13 13:16:21   ÎZMÎR - Cenazeyê endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ji bo definkirinê ji Îzmîrê ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin.    Endamê Koma Duyemîn a Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ku di 29’ê cotmeha 1999’an de ji Ewropayê hate Tirkiyeyê û bi nexweşiya penceşêrê ketibû, duh li nexweşxaneyeke Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aktaş, birin Cemxaneya Zeytîn Alan a navçeya Urla ya Îzmîrê. Cenazeyê Aktaş îro ji cemxaneyê hate hilgirtin û ji bo definkirinê ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin. Endamê Koma Duyemîn a Aştiyê Haydar Ergul, parlamenterên DEM Partiyê Îbrahîm Akin û Gulistan Kiliç Koçyîgît, serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek kes tev li oxirkirinê bûn.    Malbata Aktaş cenaze girt û ji bo definkirinê bi rêya balafirê şande Meletiyê. Ergul û Koçyîgît jî bi malbatê re çûn.    Tê payin ku cenazeyê Aktaş sibe saet di 11.00’ê de li gundê Daricayê yê navçeya Arganê ya Meletiyê were definkirin.    Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, siyasetmedar Sebahat Tuncel û gelek kes dê tev li merasîma definkirinê bibin.     ALÎ ŞUKRAN KÎ YE?   Alî Şukran Aktaş li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 29’ê cotmeha sala 1999’an de tevî Koma Duyemîn a Aştiyê ji Ewropayê hate Tirkiyeyê. Kesên di 1’ê cotmeha 1999’an de di nava Koma Yekemîn a Aştiyê de cih digirtin û ji Qendîlê hatin, hatibûn girtin. Aktaş jî tevî Haydar Ergul, Aygul Bîdav, Îmam Canpolat, Yûsûf Kiyak, Aysel Dogan, Haci Çelîk û Dîlek Kurt di nava Koma Duyemîn a Aştiyê de cih girt û ji Ewropayê hat.   Endamên Koma Duyemîn a Aştiyê jî hatin binçavkirin û girtin. Her 8 endamên komê li Stenbolê hatin darizandin û 7 sal heta 15 sal cezayên hefsê lê hate birîn. Aktaş, di sala 2005’an de ji girtîgehê derket û piştre ji doza dihate darizandin bi îdiaya “Potansiyela propagandaya rêxistinê” 20 meh cezayê hefsê lê hate birîn.    Dadgeha Bilind di 4’ê cotmeha 2013’an de biryar erê kir û Aktaş dîsa hate girtin. Aktaş, 9 meh û 10 rojan girtî ma.    DI NAVA RÊVEBERIYA WEQFA AŞTIYÊ DE CIH GIRT    Aktaş, piştî ji girtîgehê derketî jî têkoşîna xwe ya aştiyê domand û di 2’yemîn Kongreya Asayî ya Weqfa Aştiyê ya di 29’ê çileya 2020’ê de weke Endamê Lijneya Vênêrînê ya Weqfê hate hilbijartin.    Aktaş, bi nexweşiya penceşerê ketibû û di 12’ê tebaxê de li navçeya Urla ya Îzmîrê jiyana xwe ji dest da.