Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir 2024-08-13 16:14:41   ŞIRNEX - Li navçeya Elkê zarokê 12 salî ku pezê xwe diçêrand ji zinar ve ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Hemkan ê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve zarokê 12 salî yê bi navê Husnu Acer ê ku pezê xwe diçêrand, ji zinar ve ket xwarê û jiyana xwe dest da. Cenazeyê Acer ji bo otopsiye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.