Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin 2024-08-13 22:06:54   ŞIRNEX / MÛŞ - Endama YJA STAR’ê Leyla Aykût û endamê HPG’ê Nadîr Budancer di êrişeke hewayî ya li Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Aykûtê li navçeya Elkê û cenazeyê Bûdancer jî li navçeya Milazgîrê hate veşartin.    Cenazeyê endama YJA STAR’ê Leyla Aykûtê (Sara Kato) ku di êrîşeke hewayî ya li Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê di 21’ê hezîranê de anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê îro radestî malbata wê hate kirin. Cenazeyê Aykûtê piştî 55 rojan li navçeya Elkê ya Şirnexê hate veşartin.    Midûriyeta Polîsan a Elkê di 9’ê tîrmehê de li malbatê geriya bû û xwestibû ku malbat ji bo testa DNA’yê xwînê bide. Li ser vê yekê malbatê li Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê xwîn dabû.   Pişt re Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ku di 12’ê tebaxê (duh) de li malbatê geriya, malbat agahdar kir ku testa DNA’yê ji hev girtî ye û xwest malbat biçe cenazeyê xwe wergire.    Malbata Aykût ku îro çû Colemêrgê serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê da piştî kar û barên fermî cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a Colemêrgê wergirt û anîn navçeya Elkê. Rêxistina DEM Partiyê ya Elkê, ferdên malbatê û xizmên wan beşdarî merasîma cenazeyî bûn. Cenazeyê Aykûtê piştî wecîbeyên olî li Goristana Xirabeyê ya navçeya Elkê li kêleka gora bavê xwe Azîz Aykût ku dema endamê HDP’ê bû di 5’ê kanûna 2019’an de jiyana xwe ji dest da hate veşartin. Girse piştî merasîma cenaze derbasî mala malbata Aykûtê bû.    Şîna Aykût dê sibê li ber deriyê mala Aykût a li navenda navçeyê bê danîn.    Cenazeyê endamê HPG’ê Nadîr Budancer (Alan Malazgîrt) ku di erîşeke hewayî ya li Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî di 21’ê hezîranê de biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê piştî 55 rojan li gundê Toraka yê navçeya Milazgîr a Mûşê hate veşart