ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-14 09:00:22   * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir anî ziman ku li dijî berovajîkirina rojevê ku ji aliyê desthilatdariyê ve pêk tê rojeva wan sereke azadiya Abdullah Ocalan e. Bayindir got: “Ya li ber têkçûnê ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye.”    * Di ser çalakiya li Dihê ya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) re 40 sal derbas bûn. Birayê wî Fehmî Korkmaz bilêv kir ku têkoşîna birayê wî pêşengiya bi milyonan kesî dike.    * Hevşaredara Avkevirê Cemîle Dûmanê diyar kir ku Mehmet Alî Bûdakê ku îstifa kir piştî hilbijartinê li ber hevşaredariyê rabûye û got: "Xwest bi partiyê bê cihekî. Pratîka Bûdak nîşana xiyanet û teslîmiyetê ye."    * Serokê Yekitiya Dikandar û Sinhetkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn, diyar ku di meha dawî de 50 dikandaran dikanên xw egirtine û got ku ger polîtîkayên qedexeker bidomin dê gelek dikandarên din jî dikanên xwe bigirin.    * Dayikên Aştiyê anîn ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer istiqrarê naynin welêt û gotin ku çareserî muzakere ye.    * Meclisa Jinan a Şaxa SES a Amedê, li gundên Amedê dest bi semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê kirin. Tenduristkar Rezan Akyelê got ku xizmeta bi zimanê dayikê dermankirin û teşxîsdanînê hêsantir dike.    * Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ê li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da dê li bajarê xwe Meletiyê bê veşartin. (10.00)   * Şaxa Genel-Îşê ya DÎSK'ê ya Şirnexê dê têkildarî talankirina xwezayê ya li herêma Botanê li ber avahiya xwe daxuyanî bide. (18.00)   * Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ya li Stenbolê berdewam bike. (20.00-22.00)