Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike 2024-08-14 09:33:31 AMED - Dayik Medîne Esmer a ji rewşa kurê xwe Îmran Esmer ê di hucreya de li Girtîgeha Hejmar 1 a Ewlehiya Bilind a Sûlûcayê tê ragirtin fikaran dike, serî li ÎHD’ê da.  Îmran Esmer di 9’ê hezîrana 2022’yan de li Edîrneyê hate girtin û wî xistin Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê. Esmer 2 meh beriya niha sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Ewlehiya Bilind a di heman bajarî de kirin. Esmer ê di girtîgeha hatiye sewqkirin de, di qawîşan yekkesî de tê ragirtin ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Dosyeya Esmer jê tê darizandin hêj li Dadgeha Bilind e. Dayika Esmer, Medîne Esmer bertek nîşanî ragirtina kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin da.    ‘ROJÊ SAETEKÊ DERDIXIN HEWADARIYÊ’   Dayik Esmer têkildarî binpêkirina mafan a ku bi ser kurê wê tên sepandin, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir. Dayik diyar kir ku tevî ku cezayê kurê wê hêj nehatiye erêkirin jî, kurê wê di qawîşa yekkesî de tê ragirtin û bi bîr xist ku ew di 12’ê tebaxê çûye hevdîtina vekirî ya kurê xwe. Dayik Esmer derbarê rewşa kurê xwe de ev tişt gotin: “Kurê min li wê derê ne dikare bi kesî re hevdîtinê bike ne jî dikare bi yekî re biaxive. Herwiha ji roja birine girtîgehê heya hefteya borî, rojê tenê saetekê destûrê didin ku bi hevalên xwe re hevdîtinê bike.”    Dayik Esmer gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Kurê min li wir bimire jî dê agahiya tu kesî jê nebe. Ez ji ber rewşa kurê xwe gelek dikevim fikaran. Girtiyên DAIŞ û cemaetê jî di hema korîdorê de tên ragirtin. Ragirtina tenê ya kurê min û şert û mercên îzolekirinê bi ser derûniya kurê min gelek bandorê dike û ev yek me dixe metirsiyê.”