Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin 2024-08-14 09:52:37   STENBOL- Dayikên Aştiyê anîn ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer istiqrarê naynin welêt û gotin ku çareserî muzakere ye.    Dayikên Aştiyê ku bi salan e li Stenbolê li gelek saziyan têdikoşin, bertek nîşanî tecrîda mutleq li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li ser Herêma Kurdistana Federe dan. Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku polîtîkayên şer ne çare ne.   PEYAMÊN OCALAN ÊN ÇARESERIYÊ BIBÎR XIST   Dayika Aştiyê Feleknaz Karabaşê anî ziman ku kûrbûna tecrîdê bûye sedem ku pevçûn hîn berfirehtir bibin. Karabaşê gotinên Abdullah Ocalan ên di hevdîtina 7'ê Tebaxa 2019'an de ku gotibû "Ez dibêjim ez dikarim di nava hefteyekê de rewş û îhtîmala pevçûnê ji holê rakim. Ez bi xwe bawer im, ji çareseriyê re amade me" bi bîr xistin.   Karabaşê got: "Tirkiyeyê guh neda birêz Ocalan û polîtîkayên xwe yên tecrîdê kûrtir kir. Eger tecrîd nebûya, Abdullah Ocalan dikaribû hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navînê û bi taybetî Kurdistanê çareser bikira û şer rawestanda. Abdullah Ocalan tenê ne rêberê gelê kurd e, rêbertiya hemû gelên cîhanê dike. Her Kurdek dizane ku polîtîkayên tecrîdê ne tenê li ser Ocalan tên meşandin. Ez wekî dayikeke aştiyê bawer dikim ku gelê kurd aştiyeke bi rûmet heq dike. Em jî wekî gelên din ên cîhanê dixwazin bi zimanê xwe û çanda xw ebijîn. Kes nikare zimanê me û çanda me qedexe bike."    Karabaşê bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe jî û helwesta PDK'ê wekî "îxanet"ê şîrove kir. Karabaşê bang li Mesût Barzanî kir û got: "Tirkiye îro her çi qasî dostê we be jî, sibê wê bibe dijminê we yê mezin. Divê Barzanî vê baş bizane û li gorî vê tevbigere. Kes nikare axa Kurdistanê bike hewşa MÎT'ê û cerdevanan. Em vê yekê qebûl nakin."   'EM Ê BITÊKOŞIN'   Dayika Aştiyê Mensûre Ozekînciyê jî diyar kir ku ev 41 meh in tu xeber ji Ocalan nayê girtin û got: "Êdî bes e ji vê zilmê re. Erdogan kesên ku jinan dikujin, zarokan îstîsmar dikin, tiryakê difiroşin jî naxe zindanan. Ger têxê jî piştî 2 salan wan berdide. Lê tenê ji ber ku xortekî kurd nîşana serketinê dike, 30 sal ceza lê tê birîn. Ev çi qanûn e? Em vê yekê qebûl nakin. êdî bes e ji vê zilm û zordariyê re."    Endama Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) û Dayika Aştiyê Rewşan Donerê jî got: "Yên ku xwestin dengê Abdullah Ocalan qut bikin, bi ser neketin. Îro rêbertiya (Ocalan) tenê ne rêberê gelê kurd, rêberê hemû gelên cîhanê ye. Li seranserê cîhanê kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz bîrdozî û felsefeya Abdullah Ocalan esas girtine. Lê rêbereke wiha nêzî 4 sal in bi awayekî mutleq tê tecrîdkirin. Ne dihêlin bi parêzerên xwe r ene jî bi malbata xwe re hevdştinêb ike. Ev bêedaletiyeke mezin e. Pêdiviya me hemû bi edaletê heye. Kava em li rewşa welêt mêze dikin em dibînin ku bi navê edaletêt ut tş jî nemaye."    'EM ŞER QEBÛL NAKIN'   Dayika Aştiyê Sabîha Bozanê got ku her ku polîtîkayên tecrîdê kûr dibin, şer û alozî jî mezin dibin. Bozanê wiha got: "Bi tecrîdê re krîza aborî kûrtir dibe, kuştinên jinan zêde dibin, civak dirize. Ne polîtîkayên şer û ne jî pêkanînên tecrîdê wê aramiyê neynin Tirkiyeyê. Ev jî ancax bi aştî û muzakereyê pêkan e. Di pêvajoya aştiyê de kes nedimirin. Em  Dayikên Aştiyê bang li malbatên leşkeran dikin; Çima em zarokên xwe di nav xizaniyê de mezin dikin* Çima em zarokên xwe dişînin mirinê? Em vî şerî qebûl nakin."   MA / Esra Solîn Dal