4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin 2024-08-14 14:26:42   ŞIRNEX - Cenazeyên 3 endamên HPG’ê û endameke YJA Starê yên ku di şerê li bejahiya Elkê de jiyana xwe ji dest dane, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin.    Cenazeyên 3 endamên HPG'ê û endemeke YJA Starê yên ku di şerê ji 21'ê hezîranê ve li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin. Midûriyeta polîsan agahî da malbatan. Hin malbat li ser vê agahdarkirinê hatin Şirnexê û ji bo testa DNA'yê nimûneya xwînê dan.    Her wiha ji 21'ê hezîranê ve dorpêça leşkeriyê ya li gundên Hemka, Pîrosa û Melêsê berdewam dike.