Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê 2024-08-15 09:02:15 RIHA - Girtiya nexweş a penceşêra qirikê Şehrîban Mîmkara ev 5 meh in nabin kontrola nexweşxaneyê. Parêzer gul Fehîme Bînîcî destnîşan kir ku penceşer belav dibe û diyar kir tişta tê kirin sepanekî keyfî ye.  Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651’ê giran, bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî Miduriyeta Giştî ya Adlî Sicilê ya girêdayî Wezareta Edaletê ku her sal têkildarî girtiyan daneyan parve dike, derbarê girtiyên nexweş de tu agahî nîn in. Tenê di girtîgeha Hejmar 1 û 2 ya Tîpa T ya Rihayê û Girtîgeha Hejmar 2 ya tîpa T ya Sêweregê de 24’ê wan bi giranî, bi giştî herî kêm 279 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiya penceşêrê Şehrîban Mîmkara a di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê de tê ragirtin e.    PENCEŞÊRA QIRIKÊ   Mîmkara ya di 2’yê sibata 2021’anb de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin, ji meha nîsana 2024’an ber bi îro ve bi awayekî rûtîn nabin kontrolên nexweşxaneyê. Mîmkara ya pênaseya nexweşiya penceşêra qirikê lê hatiye kirin, piştî demekî kin hate emeliyatkirin û ji 3 girikên penceşêrî yek jê hate girtin. Bijîşkên gotine ku ji bo girik mezin nebin divê werin girtin, dan zanîn ku divê Mîmkara di nava mehekî de 2 caran biçe kontrolê.    5 MEH IN NABIN KONTROLÊ   Mîmkara ya di meha nîsanê de birine kontrolê, ev 5 meh neçûye kontrolê. Mîmkara ya ji bo sewqa nexweşxaneyê gelek caran daxwazname şandiye îdareya girtîgehê, anî ziman rayedarên îdareyê her carê jê re dibêjin “hefteya li pêşiya me” û taloq dikin.    Parêzer Gul Fehîme Bînîcî   SEPANÊN KEYFΠ   Parêzer Gul Fehîme Bînîcî ya bi muwekîla xwe Mîmkara re hevdîtinê pêk aniye destnîşan kir ku nebirina muwekîla wê ya nexweşxaneyê sepanekî keyfî ye û wiha got: “Bi awayekî keyfî mafê wê yên tenduristiyê tê binpêkirin. Her ku diçe bêhtir sepanên keyfî li ser girtiyan didin meşandin. Taybetî jî li dijî girtiyên nexweş ên siyasî, sepanên keyfî gelek zêde bûne. Yek ji van jî Şehrîban Mîmkara ye. Rewşa Mîmkarayê her ku diçe girantir dibe. Dema Şehbarînê emeliyat kirin herî dawî wê di meha nîsanê de birîn kontrolê. Di 5 mehên derbasbûyî de wê sewqî nexweşxaneyê nekirin.”     PENCEŞÊR BELAV DIBE   Bînîcî da zanîn ku heke mudaxileyên pêwîst li Mîmkarayê nekin, dê penceşêra wê ya qirikê belavtir bibe û wiha pê de çû: “Di girtîgehê de şert û mercên pêwîst nîn in. Girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin bijîşk û dermanan. Lewma her roj rewşa Şehrîbanê girantir dibe. 2 girikên penceşêrî yên di qirika Şehrînê de, hêj li cihê xwe ne û her ku diçe mezintir dibin. Em difikirin ku belavî hin lebatên din jî bûne. Ji ber Şehrîban anî ziman ku di demên dawî de şewata wê ji nişkav ve zêde dibe, binê piyê gelek germ dibe. Ji ber nexweşiyê gelek zeîf bûye. Got ku dema daqurtandinê de zehmetiyê dikêşe.”    ‘DIVÊ RÊXISTINÊN HIQÛQÊ SEFERBER BIBIN’   Bînîcî diyar kir ku bijîşkên li girtîgehê wek demkî tên peywirdarkirin pir zû diguherin, rayeya wan a nivîsandina dermanan sînorkirî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bijîşkên çûne girtîgehê diyar kirine ku ew nikarin her dermanekê binivîsin û sewqê bikin. Hinek girtî 4-5 mehan neçarê benda sewqê dibin. Sepanên bi vî awayî derveyî Peymana Ewropayê û Destûra Bingehîn in. Ev yek binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê ye. Girtîyên nexweş an di doşeka mirinê de yan jî bi darbestê tên tabûrcîkirin. Divê wezaret gavên hewce biaxive. Divê Wezareta Tenduristiyê kêmaniyên bijîşkan ên di girtîgehan de çareser bike. Divê ji bo girtiyên nexweş mafê xwe yê tenduristiyê bi dest bixin, hemû rêxistinên tenduristiyê seferber bibin. Divê ji bo girtî werin dermankirin demildest werin berdan.”