Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin 2024-08-15 10:34:22   RIHA - Li navçeya Serêkaniyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîsan avêt ser hin malan. Di serdegirtinên malan de ciwanên bi navê Huseyîn Kilivan, Suleyman Kahraman, Abdullah Rabinduz û Muhammed Bekîroglû hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ev ciwan di çarçoveya lêpirsînek bi îdiaya "propaganda rêxistinê" de hatine binçavkirin û wan birine Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.